Wezaretê daxwaza lêpirsîna derheqê Baroya Amedê de red kir 2024-06-06 14:29:11   AMED - Baroya Amedê li dijî “Tevgera Pençe-Kiliç” a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê danezana “Divê em di her mercan de aştiyê biparêzin” weşandibû û Serdozgeriya Komarê ya Amedê xwestibû derheqê baroyê de lêpirsînê veke. Lê Wezarata Dadê ev daxwaz red kir.    Dewleta tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê di 20’ê mijdara 2022’yan de “Tevgera Pençe-Kiliç” dabû destpêkirin. Baroya Amedê jî di nav de 12 baroyan li dijî vê tevgerê, bi sernavê “Divê em di her mercan de aştiyê biparêzin” danezanek weşandibûn. Baroyên Agirî, Êlih, Çewlig, Dêrsim, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnêx û Wanê di danezanê de xwestibûn ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û rêbazên siyasî bê çareserkirin. Piştî weşandina danezanê, li ser îxbara kesê bi navê Î.Y., Buroya Lêpirsînê ya Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê derheqê serokên 12 baroyan û rêveberiyên wan de lêpirsîn da destpêkirin.    Dozgeriyê ji bo lêpirsînê jî îdiaya “biçûkxistina milet, dewlet, meclis û saziyên dewleta tirk” weke hincet nîşan da. Dozgeriyê derheqê baroyan de biryara bêpeywirtiyê da. Dozgeriyê xwest ji ber madeya 301’emîn a TCK’ê derheqê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û endamên Lijneya Rêveber Ahmet Dag, Aydin Ozdemîr, Cemîle Turhalli Balsak, Gevriye Atli, Mehdî Ozdemîr, Mehmet Işik, Serdar Ozer, Servet Vural, Seyît Riza Karakaş û Zuhal Sayilgan Işik da destûra lêpirsînê were dayîn.    Wezaretê jî ev daxwaza destûrê red kir.