Di 2 rojan de 17 caran çekên qedexe hatin bikaranîn 2024-06-06 12:41:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate aşkerekirin ku dewleta tirk di êrişên xwe yên li dijî Herêma Kurdistanê yên 2 rojên dawî de 17 caran çekên qedexe bikaranîne.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên weke Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurkê û Garê yên Herêma Kurdistanê ji sala 2022’yan ve didomin. Di dema êrişan de dewleta tirk gelek caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexe bikaranîn.     Di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên HPG’ê hate ragihandin ku di nava 2 rojên dawî de 17 caran çekên kîmyewî û qedexekirî hatine bikaranîn. Her wiha hate diyarkirin ku gelek herêm 24 caran ji aliyê balafirên şer ve hatine bombebarankirin.    Di heman nûçeyê de hate diyarkirin ku HPG’ê bi teknîkeke taybet 6 çalakî li dar xistine.