Qeyûmê berê mexdûrên erdhejê xapand: 160 sal ceza jê re tê xwestin 2024-06-06 11:22:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku qeyûmê ewil ê tayînî Şaredariya Peyasê hatibû kirin Mustafa Kiliç, mexdûrên erdhejê xapandiye û ji ber vê yekê der barê wî de 160 sal cezayê hepsê tê xwestin.    Qeyûmên ku tayînî şaredariyên bakurê Kurdistanê hatin kirin û tên kirin, bi gendelî û bertîlên xwe tên zanîn. Qeyûm piştî tayînên wan derdikevin li cihê diçinê jî heman bêûsiliyan dikin. Qeymeqamê Navçeya Peyasa Amedê Mustafa Kiliç ê ku cara ewil di 2016’an de tayînî Şaredariya Peyasê hat kirin, derket holê ku piştî tayînî navçeya Yuregîra Edeneyê hatiye kirin, bi qasî 50 milyon lîreyî mexdûrên erdhejê xapandiye. Hat zanîn ku Mustafa Kiliç gelek kesan xapandiye û ji ber vê yekê bi daxwaza 160 sal cezayê hepsê doz lê hatiye vekirin.    Mustafa Kiliç li gel kesên bi navê Ozgur Akgul û Paşa Yaşar li Girtîgeha Sakaryayê ya Tîpa L’yê girtî ye. Danişîna dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat lidarxistin.    Kiliç bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Mexdûr Mûrat Erem di danişînê de da zanîn ku hatiye xapandin û got gilîkirina wî ya der barê Kiliç de dê berdewam bike. Erem behsa hûrguliyên xapandinê kir û got ku piştî demekî wî dîtiye ku mexdûr li qeymeqamiyê gelek in fam kirye ku hatiye xapandin.    'EZ Ê BIÇIM LI ÎNGILISTANÊ BI DILKETIYA XWE RE BIXWIM’    Parêzera Mûrat Erem, Eda Devecî jî der barê qeymeqam de îdiayên micid gotin. Devecî diyar kir ku li girtîgehê bi qeymeqam Kiliç re hevdîtin pêk aniye û got: “Ji bo zirara miwekîlê min dabînkirin ez çûm girtîgehê û min bi bersûc Mustafa Kiliç re hevdîtin kir. Mustafa Kiliç ji min re got, ‘xanima parêzer pirr eleqedar nebin. Ez ê di danişîna ewil de bêm tehliyekirin. Ez ê li balafirê siwar bibim biçim Îngilistanê û bi dilketiya xwe re pere bixwim’.”    ÎDIA JÊ RE GIRAN HATIN   Kiliç li dijî îdiayên der barê xwe de axivî û meseleya got: “Parêzer derewan dike û îftirayan li min dike. Hat girtîgehê, xwest ku ez pereyê miwekîlê wê bidim. Min jê re got ku ez ne xapînok im, erka ku dewletê daye min, min bi rê ve biriye. Tişta ku parêzer dibêje îftiraya li ser namûsa min e. Min kesî nexapandiye.”    DÊ GIRTÎ BÊ DARIZANDIN   Dozger xwest Kiliç girtî bê darizandin. Kiliç dîsa axivî û got: “Min berdin ez ê pereyê her kesî bidim wan.”    Şandeya dadgehê biryar da ku girtina bersûcan berdewam bike û ji bo kêmasiyên dosyeyê temem bibin danişînê taloq kir.