Berdana girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin 2024-06-06 10:32:21   AMED - Berdana girtiyê nexweş Sedat Atsiz ê 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin cara duyemîn hate taloqkirin.    Tevî ku girtiyê nexweş Sedat Atsiz ê 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin cezayê lê hatiye birîn xelaskiriye jî Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê berdana wî 3 mehên din jî taloq kir. Dihate payîn ku Atsiz ê ji ber ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekir berdana wî di 1’ê adarê de hatibû astengkirin duh da were berdan.    Malbata Atsiz a bi telefonê li girtîgehê geriya, ji aliyê girtîgehê ve bersiva berdana Atsiz cara duyemîn 3 mehan hatiye taloqkirin hate dayîn. Têkildarî hincetê jî tiştek nehate gotin.    SEDAT ATSIZ KÎ YE?    Atsiz, di sala 1994’an de li Amedê hate binçavkirin. Atsiz ê li Dadgeha Ewlehiye ya Dewletê (DGM) hate darizandin bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” cezayê muebetê lê hate birîn. Atsiz di sala 2019’an de li Girtîgeha Amedê krîza dil derbas kir. Berdana Atsiz ê nexweşiyên wî yên weke prostat û gurçikan hene cara duyemîn hate taloqkirin.