Sêrtiyan li dijî qeyûman banga têkoşîna hevpar kirin 2024-06-06 10:24:15   SÊRT - Kesên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li pêşiya Şaredariya Sêrtê hatin gel hev li dijî qeyûman banga têkoşîna hevpar kirin.    Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine destpêkirina di roja 4’an de didomin. Li pêşiya şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de çalakiya nobetê hate destpêkirin.    Siyasetmedar û welatiyên tev li nobeta li pêşiya Şaredariya Sêrtê bûn, li dijî qeyûm bal kişandin ser têkoşîna hevpar.    Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn diyar kir ku heta biryara tayînkirina qeyûm paşve tê kişandin dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Colemêrg Sêrt e, Sêrt Colemêrg e. Xelkê Colemêrgê bi tenê nîne. Tayînkirina qeyûm tê wateya tunehesibandina gelê kurd. Weke xelkê Sêrtê em vê rewşê qebûl nakin. Divê em li dijî tayînkirina qeyûman têbikoşin. Nexwe heke îro Colemêrg be dê sibe jî bibe Sêrt, êlih, Amed... Ji ber vê jî divê em têkoşînê mezintir bikin. Banga me ji bo xelkê Sêrtê ew e ku her roj bên tev li çalakiya me ya nobetê bibin.”    ‘GELEK PIRSGIRÊKÊN TIRKIYEYÊ HENE’   Endamê Meclisa Şaredariya Sêrtê Saît Toprak jî wiha got: “Qeyûm, xespkirina vîna gel e. Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê nîşaneya faşîzmê ye. AKP-MHP ji bo domandina îktîdara xwe careke din îradeya gelê kurd hedef girt. Gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê hene. Nikarin ji van pirsgirêkan re bibin çareserî lewma îradeya gelê kurd binpê dikin. Heke armanca wan xizmetkirina gel bûya dê şaredarî desteser nekiribûna. Armanca wan ew e ku ziman, çand û gelan tune bikin. Ev ne tenê pirsgirêka me ye. Heke îro Colemêrg be, sibe Stenbol e. Ji bo di rojên pêş de tiştên wiha neyên kirin divê gelê me yê li vir dengê xwe bilind bike. Mîna vê derê, divê muxalefet û sosyalîstên li Tirkiyeyê jî mil bidin vê têkoşîna me. Heke em bi hev re têbikoşin dê rê li ber vê bigirin.”    Ji welatiyan Zeynep Sercan jî ev tişt anî ziman: “Em aştî û mafên xwe dixwazin. Heke em bibin yek dê bikarin dawî li vê zilmê bînin. Em qeyûman naxwazin. Qeyûm neheqî ye, zilm e. Êdî bes e. Heqaretê li gelê kurd dikin. Divê her kes xwedî li şaredariya xwe derkeve.”    BANGA ‘SEFERBERIYA TOPYEKUN’   Endama Meclisa Şaredariya Sêrtê Amîne Tîmûrtaş jî da zanîn ku bi bidestxistina şaredariyan re derbekî mezin li îktîdarê dane. Tîmûrtaş, axaftina xwe wiha qedand: “Îktîdara ku ev rewş ranegirtî, dest bi tayînkirina qeyûman û operasyonên binçavkirinê kir. Hewl didin bi rêya qeyûman derhiqûqtiyê rewa bikin û gel bêbertek bikin. Ji bo vê jî hewcehî bi seferberiyeke topyekûn heye. Ma heke ew seferberî îro nebe, wê demê dê kengî be? Divê gel ji zîhniyeta qeyûm re bibêje ‘êdî bes e.’”