Îtîrazî cezayê darvekirinê yê Hatem Ozdemîr hat kirin 2024-06-06 09:24:11   AGIRÎ - Abdurrahman Ozdemîr diyar kir ku Îranê cezayê darvekirinê daye lawê wî Hatem Ozdemîr û li dadgeha bilind îtîrazî ceza kirine û bertek nîşanî bêdengiya li dijî darvekirinan da.    Endamê HPG’ê Hatem Ozdemîr 2’yê tîrmeha 2019’an li navçeya Makû ya bajarê Ûrmiyeyê ya li rojhilatê Kurdistanê dikeve kemînê û tê girtin. Dadgeha Îranê bi sûcdariya “îsyana biçekdarî ya li dijî dewletê” cezayê darvekirinê da Hatem Ozdemîr. Cezayê hat birîn du sê hefte berê ji aliyê dadgeha bilind ve hat erêkirin.    Bavê Ozdemîr, Abdurrahman Ozdemîr ê li Agiriyê dijî bi bîr xist ku ew di 30’ê gulanê de li girtîgehê bi lawê xwe re hevdîtin kiriye. Ozdemîr anî ziman ku rewşa tenduristiya lawê wî baş e û bi hevalên xwe re li heman qawîşê dimîne.    'XWEDÎDERKETIN TUNE YE’    Ozdemîr da zanîn ku bi rêya parêzer li dijî cezayê darvekirinê ku li lawê wî hatiye birîn îtîrazî dadgehek bilindtir kirine û got: “Ji ber ku lawê min kurd e ev biryar hat dayîn û ev biryarek kêfî ye. Em viya qebûl nakin. Tevî ku em di sedala 21’emîn de ne jî hê jî mirov tên darvekirin. Dinya li ber darvekirinên li Îranê bêdeng dimîne. Ev jî nayê qebûlkirin. Li dijî vî cezayê darvekirinê ku li lawê min hatiye birîn, di asta cîhanî de ez xwedîderketinek têrkirî nabînim.”