ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2024’AN 2024-06-06 09:00:59   * Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, li 33 girtiyan ji ber nivîsên wan û daxwaznameyaên wan cezayê hucreyê hat birîn.    * Welatiyên li Îzmîrê ku tayinkirina qeyûm wekî "heqareta li gel" bi nav kirin, gotin: "Divê yê ku gel hilbijartiye esas bê girtin. Ya tê kirin dîktatorî ye."    * Endamê Koordînasyona DÎB’ê Hakan Dîlmek diyar kir ku di rewşeke qeyûm tên tayînkirin de tu wateya nîqaşên li ser “asayîbûnê” nînin û wiha got: “Heta pirsgirêka kurd çareser nebe, destûreke bingehîn a nû nayê kirin.”   * Abdurrahman Ozdemîr diyar kir ku Îranê cezayê darvekirinê daye lawê wî Hatem Ozdemîr û li dadgeha bilind îtîrazî ceza kirine û bertek nîşanî bêdengiya li dijî darvekirinan da.    * Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku bi polîtîkayên şerê taybet herî zêde jinên ku dixwazin bê vîn bihêlin hedef tê girtin û got: “Jin dê dawiyê li tifaqa dijminên jinan bînin.”   * Mehmet Arîf Ayhanê ku çanda çêkirina berikan ango xalîçeyan didomîne, anî ziman ku ger piştgiriya wî neyê kirin wê di 5-10 salên din de bi temamî nemîne.     * Danişîna Cîhan Yildiz ê ji ber qetilkirina Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar tê darizandin dê li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (10.00)    * Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (11.00-19.00)    * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Dadê dê di roja 124’an de bidome. (15.00)    * Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li pêşiya şaredariyên DEM Partiyî hatiye destpêkirin dê di roja 3’yemîn de bidome. (19.00-24.00)   * Jin Ma dê di çarçoveya 6'emîn Rojên Ma Musicê de li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konserê bide. (20.00)