Hatîmogûllari: Hûn ê nikaribin qeyûman mayinde bikin 2024-06-05 20:14:33   COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li cihê çalakiya rûniştinê ya li dijî darbeya qeyûm hat destpêkirin daxuyanî da û got, "Tişta girîng li vî welatî erêkirina gel e. Ger we xêr ji qeyûman dîtiba hûn li herêmê ewqasî nediheliyan."   Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê li ber avahiya edliyeyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û li wir daxuyanî da.   Hatîmogûllari got, "Îro desthilata AKP'ê bi teşkîlat ku xurt kiriye, polîsan re me dorpêç kirine û bi polîsan darbeyê dike. Bi Walî re, bi Wezarî Karên Hundirîn re darbeyê dike. Bi Wezîrê Edaletê re darbeyê dike. Qesrê fermana vê derbeyê daye. Di dema AKP'ê de gelek caran derbeyên siyasî bi hêzên ewlehiyê re pêk hatiye.”   'AKP WÊ BIBE PARTIYA TABELAYÊ’   Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser daxuyaniyên desthilata AKP-MHP'ê yên der barê ‘nermbûnê’ û destûra bingehîn a nû û wiha berdewam kir: “Desthilata ku destûra bingehîn a wesayeta leşkerî pêk nayîne, hewl dide li Tirkiyeyê behsa destûra bingehîn a demokratîk û pêvajoya asayîbûnê bike. Ev pêvajoya asayîbûnê û gotinên xwe nekarî mehekê jî bidome. Ev desthilat ne asayî ye, ev desthilat dijminê mirovahiyê ye, dijminê demokrasiyê. Ev desthilateke dijminê gelan e.”   Hevserok Tulay Hatîmogullari diyar kir ku tehemulî serkeftina partiya wan nekirin û wiha pêde çû: "AKP bi vî rengî tola xwe ji me hiltîne. Lê hemû cîhan û Tirkiye jî vê yekê baş dizanin; AKP hem li herêmê hem jî li Tirkiyeyê dihele. AKP bi lez û bez ber bi partiya tabelayê ve diçe."   'EV DERBEYA QESRÊ YE'   Tulay Hatimogullari tayînkirina qeyûman wekî "derbeya qesrê" nirxand û got, “Bêyî riza gel hûn nikarin bi polîs û leşkeran vî welatî bi rê ve bibin. Ya girîng li vî welatî erêkirina gel e. TBi qeyûman qet nikarin bi rê ve bibin. Der we xêr ji qeyûman dîtiba hûn li herêmê ewqasî nediheliyan. Îro pêkanînên we li kolanan bi serê gelê li ber xwe dide kir, îlana şerê qesrê ya li hemberî gel e. Gel bi biryar e ku li ser bingeha demokratîk têkoşîna xwe bidomîne. Gel li ser bingeha demokratîk maf û heqê xwe yê qanûnî bi kar tîne û wê her tim li dijî rejîma qeyûman derkeve. Rejîma qeyûman wê ti carî bi ser nekeve û hûn ê nikaribin qeyûman li vir mayînde bikin.”    Hatîmogûllari wiha berdewam kir: “Li pêşberî we raya giştî ya berê tineye. Ji niha û pê ve tişta ku divê bê kirin, rêzgirtina li vîna gelê Colemêrgê û şaredar ji aliyê meclîsa şaredariyê ve bê hilbijartin. Ey qeyûm destê xwe ji ser şaredariya me bikşîne, destê xwe ji ser gelê Colemêrgê bikşîne.”