Ozel serdana Emîne Şenyaşarê kir 2024-06-05 18:58:57   ENQERE- Çalakiya nobeda edeletê ya Emîne Şenyaşar ya li ber wezareta dadê di roja 123’emîn de didome. Serokê giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel çû serdana Emîne Şenyaşar û got: “Ez ligel wê me.  Têkoşîna  dayikek dilşewat, perîşan û westandî  nîşan dide ku çiqas xurt û bi bandore.   Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû û niha li Enqereyê didomîne. Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 123’emîn de didome.   Serokê giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û heyeta ligel wî çûn serdana Emîne Şenyaşar. Emîneyê di nobetê de da zanîn ku bila ev zilm bidawî be û got edeleta wan têk biçe.   Kurê Şenyaşarê, parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar jî axivî û daxuyairin ku 123 rojin ber deriyê wezareta dadê li edeletê digerin. Ozgur Ozel jî çû cem Emîne Şenyaşar û wiha got: “Ez ligel wê me.  Têkoşîna  dayikek dilşewat, perîşan û westandî  nîşan dide ku çiqas xurt û bi bandore.Ez ligel têkoşîna wê ya mafdarim. Ez doza wê ya mafdar biparêzim.”