Banga qebûlkirina daxwazên di greva birçîbûnê de 2024-06-05 18:53:33   ENQERE – Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de, ji bo esasgirtina daxwazên wan bang kirin.    Hin girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê de bi mehan e di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne. Girtî dixwazin girtîgehên tîpa S û tîpa Y bên girtin, sewqî girtîgehên nêzî malbata xwe bên kirin û li cem hev bin.    Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, têkildarî daxwazên malbatan li avahiya komeleyê daxuyaniyek da. Li gel xizmên girtiyan gelek rêxistinên hiqûqê jî tevlî daxuyaniyê bûn.    230 ROJ IN DI ROJIYA MIRINÊ DE YE   Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevîrmenê xwest daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin. Çevîrmenê têkildarî Nûrettîn Kayayê ku ji 20'ê Cotmeha 2023'yan ve di rojiya mirinê de ye wiha got: "Di 29'ê Sibata 2024'an de sewqî Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hat kirin û li vir dest bi rojiya mirinê kir. Alîcan Gul û Cemîl Kûrt jî ji bo piştgiriyê bidin Nûrettîn Kaya ji 13'ê Adara 2024'an ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Çalakiya rojiya mirinê ya Kaya di roja 230'yî de ye û çalakiya greva birçîbûnê ya Gul û Kûrt jî di roja 85'an de ye. Her diçe tenduristiya Kaya xirabtir dibe."    Çevîrmenê der barê rewşa girtiyên din de jî agahî parve kirin û got ku divê daxwazên girtiyan bên qeb»lkirin û dawî li pergala tecrîdê bê.    Dayika Halîl Yakût Gulten Yakûtê jî got: "Em naxwazin zarokên me bimirin. Em dixwazin daxwazên wan bên qebûlkirin. Ger tiştek bê serê wan berpris Wezareta Dadê, Midûriyeta Girtîgehan û bijîşkên li girtîgehan e."    Bavê Rezzan Şengul Sadik Şengul jî got ku tenduristiya kurê wî nebaş e.