TAYAD’iyên tecrîda li girtîgehan şermezar kirin hatin binçavkirin 2024-06-05 16:28:53   ENQERE - Endamên TAYAD’ê yên li dijî tecrîda li girtîgehan çalakî li dar xistin bi êrişa polîsan hatin binçavkirin.    Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TAYAD) ji bo ku daxwazên Nûrettîn Kaya yê 228 roj in li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê di rojiya mirinê de ye bên qebûlkirin li ser Cadeya Sakaryayê çalakî li dar xistin. Koma ku pêşmalkên li ser “Tecrîdê dawî bikin” li ser dinivîsî li xwe kirin, piştî demekê rastî êrişa polîsan hatin.    TAYAD’iyên bi kelemçeya bi paş ve hatin binçavkirin bi dirûşma “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” hate şermezarkirin. Yek ji çalakgerên li wesayîta binçavkirinê hate siwarkirin bi gotinên “Gelê me van bibînin, van îşkencekaran bibînin. Em ê ji dijminên gel hesabê bipirsin. Me her tim pirs kir, em ê dîsa bipirsin” bertekên xwe anîn ziman.