Bakirhan û Zana gihîştin Colemêrgê 2024-06-05 16:13:50   COLEMÊRG - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û siyasetmedar Leyla Zana gihîştin Colemêrga ku berxwedana gel a li dijî tayînkirina qeyûm û girtina hevşaredar berdewam dike.    Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê ku ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm li şûna wî hat bicihkirin, ji aliyê Dadgeha Colemêrgê ve bi 19 sal û 6 mehan hat cezakirin. Piştî biryara cezakirina Akiş, li çar aliyên bajêr xwepêşandanên protestoyê berbelav bûn û li her devera bajêr berxwedana gel didome. Bi sedan kesên li ber avahiya edliyeyê kom bûn, piştî biryarê ber bi navenda bajêr ve meşiyan û polîsan pêşî li girseyê girt û destûr neda meşê. Tevî hemû astengiyan jî girse gihîşt navenda bajêr. Di vê kêliyê de polîsan li gelek parlamenterên DEM Partiyê dan û polîsan hewl da hin parlamenteran bikin binçavan.    DORPÊÇÊ DERBAS KIRIN    Gel û parlamenter ketin navenda bajêr û bi berzkirina dirûşman meşiyan. Li gelek deverên bajêr di navbera gel û polîsan de pevçûn diqewime. Seranserî bajêr hatiye dorpêçkirin û dikandaran jî dikanên xwe girtin.    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar û koma parlamenteran gihîştin ber Walîtiya Colemêrgê û li vir çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li vir axivî û wiha got: "Qesrê li dijî gel şer îlan kir." Hatîmogûllari destnîşan kir ku Akiş rûmeta gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye û got: "Qeyûm desteserkirina îradeya gel e, qeyûm darbeya li dijî îradeya gel e. Darbeya AKP'ê hate tomarkirin."   BAKIRHAN Û ZANA GIHÎŞTIN COLEMÊRGÊ    Di vê navberê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û siyasetmedar Leyla Zana û şandeya li gel wan gihîştin navenda Colemêrgê û bi meşê hatin avahiya DEM Partiyê ya Colemêrgê. Şandeya DEM Partiyê û gel heta avahiya DEM’ê meşiyan û dirûşm berz kirin. Tê payîn şandeya nû hat Colemêrgê û şandeya li ber Walîtiyê kêliyek din bigihîjin hev.    Her wiha hemû kolan û cadeyên bajêr bi polîsan û leşkeran hatine girtin. Hejmara polîs û leşkerên li ber edliyeyê jî hat zêdekirin.