Bi sedan leşker û polîs li Edliyeya Colemêrgê ne! 2024-06-05 14:51:26   COLEMÊRG - Piştî li Colemêrgê xwepêşandanên şermezarkirina qeyûm û girtina hevşaredar Siddik Akiş zêde bûn, avahiya Edliyeya Colemêrgê bi polîs û leşkeran hat dorpêçkirin.    Wezareta Karên Navxweyî, Hevşaredarêd Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji wezîfeyê girt û qeyûm tayînî şûna wî kir. Akiş îro birin Edliyeya Colemêrgê û ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê ve 19 sal û 6 meh ceza lê birî. Piştî biryara cezakirina Akiş li çar aliyên bajêr xwepêşandanên protestoyê dest pê kirin. Dikandaran li bajêr derabeyên dikanên xwe girtin. Xwepêşandan li her devera bajêr didomin.    Bi sedan polîs û leşker jî çûn ber avahiya Edliye ango Walîtiya Colemêrgê û derûdora wê girtin.