Li Wan û Konyayê nerazîbûn: Hevşaredar Akiş îradeya bi milyonan gelê kurd e 2024-06-05 14:21:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wan û Konyayê li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Wanê daxuyanî hat dayîn û hat destnîşankirin ku îrade û hebûna gelê kurd tune tê hesibandin û hevşaredar Siddik Akiş îradeya bi milyonan gelê kurd e.    Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî), Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê û girtina hevşaredar Mehmet Siddik Akiş çalakî li dar dixin. Daxuyaniya ku li Parqa Feqiyê Teyran hat dayîn gelek beşdar bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên "Em ê teqes biserkevin", " Îradeya gel nayê desteserkirin",  "Qeyûm desteserkirin e”, “Qeyûm wê biçe gel wê bê”, "Ne qeyûm edalet", “Êdî bes e qeyûm", "Dest nede vîna min", "Colemêrg ya me ye şarederî ya me ye", "Berxwedan jiyan e" hatin hildan. Girseyê piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê li dar xist.    Li Parqa Feqiyê Teyran ku li ser Ceda Cûmhuriyetê ye çalakiya rûniştinê didome.     KONYA   Rêxistina DEM Partiyê ya Konyayê jî têkildarî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê li ber avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Cîhanbeyliyê daxuyanî da. Rêveberên DEM Partiyê yên bajêr û navçeyan tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê DEM Partiya Konyayê Molla Şîmşek daxuyanî xwend.    Şîmşek destnîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê her ku diçe sûc dike û sûcê xwe zêde dike û bi salane îradeya gelê kurd tune dihesibîne û got: “Em ê destûr nedin ku vîna gelê me were desteserkirin. Desthilatdarî qanûnan sînordar kiriye û li gorî xwe bi rê ve dibe. OHAL’ê kiriye dewrê. Bi darê zorê mafên hilbijartinê yê gelê kurd ji destê wan digire. Tehamulî îradeya gelê kurd nakin ku xwe bi xwe bi rê ve bibin. Hevşaredar Siddik Akiş îradeya bi milyonan gelê kurd e.”