19 sal û 6 meh cezayê hepsê li Siddik Akiş hat birîn 2024-06-05 13:49:24 COLEMÊRG - Dadgeha Colemêrgê 19 sal û 6 meh cezayê hepsê li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş birî.    Di danişîna doza Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş de ceza lê hat birîn. Danişîn li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat lidarxistin. Dadgehê 19 sal û 6 meh cezayê hepsê li Akiş birî. Her wiha der barê Akiş de biryara girtinê da.