Bakirhan û Zana diçin Colemêrgê 2024-06-05 10:53:55   COLEMÊRG - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û siyasetmedar Leyla Zana li dijî tayînkirina qeyûm diçin Colemêrgê.    Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Akiş ê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywîrê hate wergirtin û qeyûm tayînî şûna wî hate kirin. Bertekên li dijî qeyûm didomin. Tê payîn ku Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û siyasetmedar Leyla Zana îro bên bajêr. Bakirhan û Zana yên tê payîn ku saet di 13.00’an de diketina bajêr de bin dê li vir bi girseyî bên pêşwazîkirin. Tê payîn ku Bakirhan û Zana piştî pêşwazîkirinê dê bi girseyê re ber bi navenda bajêr re bimeşin.