9 sal in Komkujiya 5’ê Hezîranê nehatiye ronîkirin 2024-06-05 10:40:25   AMED - Parêzer Şevîn Kaya diyar kir ku li pey komkujiya 5’ê Hezîranê ya DAIŞ’ê li Amedê pêk anî organîzasyonek hebû û got: “Me gelek caran bal kişand ser berpirsiyariya wezîfedarên cemaweriyê. Ji bo komkujî ronî bibe wê têkoşîna me bidome.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo hilbijartina 7’ê Hezîranê di 5’ê hezîrana 2015’an de bi beşdariya sed hezaran li Qada Stasyonê ya Amedê mitînga “Mirovahiya Mezin” li dar xist. DAIŞ’ê di mitîngê de bombe teqand û komkujî pêk anî. Rexmî ku 2 hezar û 360 polîs li qadê wezîfedar bûn jî DAIŞ'ê bombe xist qada mitîngê û komkujî pêk anî. Di komkujiyê de welatiyên bi navê Ramazan Yildiz, Necatî Kûrûl, Şêhmûz Kaçan, Cîvan Arslan û Alî Turkmen jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 400 kesî jî birîndar bûn.    Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê komkujiyê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Dozgeriyê di 6'ê hezîranê de bi biryarek lezgîn, der barê dosyayê de biryara veşartina dosyeyê da. Piştî bûyerê derketibû holê ku Endamê DAIŞ'ê Orhan Gonder ê di 26'e gulana 2015’an de ji Sûriye hatibû Tirkiyeyê û di 2'ê hezîranê de hatibû Amedê. Derketibû holê ku Orhan Gonder beriya komkujiyê amadekarî kirine. Di 3'ê hezîranê de li otelekê mabû. Polîsan ji ber "Qaçaxiya eskeriyê" tenê der barê Gonder de girtek girtibûn û ew binçav nekiribûn. Piştî 2 rojan di 5'ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê di nava girsê de bombe teqand. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu, piştî bûyerê çend roj şûnde gotibû "Gonder li Dîlokê hatiye girtin."    PÊVAJOYA AMADEKIRINA ÎDIANAMEYÊ    Dozgeriya Amedê piştî teqîna li Îstasyonê 11 meh şûnde îdianame amade kir. Dozger di îdianameyê de li gel faîlê bûyerê Gonder, Îsmail Korkmaz, Mustafa Kilinç û Burhan Gok jî lê zêde kir û wekî girtî nîşan da. Dozger anî ziman ku fermana sînor a DAIŞ'ê Îlhami Balî daye û niha firar e. Dozger der barê faîl Gonder û bersûc Korkmaz, Kilinç, Gok û bersûcê fîrar Îlhami Balî de ji bo her yekî 5 caran cezayê muebedê xwest. Dîsa ji 4 ez hezar û 101 salan heta 6 hezar û 318 salan cezayê hepsê xwest. Derket holê ku çûn û hatina endamên DAIŞ'ê ji aliyê polîsan ve hatiye şopandin. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu gotibû “Bombeyên zindî yên li Tirkiyeyê lîsteya wan di destê me de heye. Lê ji ber ku çalakî nekirine em wan nagirin." Ji ber vê yekê parêzeran xwestibû dadgeh li Davutoglu guhdar bike. Lê heyeta dadgehê ev daxwaza parêzeran red kiribû.    Derbarê Îsmaîl Korkmaz, Mustafa Kilinç, Orhan Gonder, Îlhamî Bali û Burhan Gok de ku wek kiryarên êrişê tên zanîn ji ber kuştina însanan û teqînê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dihatin darizandin. Bi biryara Dadgeha Bilind dozê di gulana 2016’an de neqlî Dadgeha Enqereyê kirin. 25 danişînên dozê hatin lidarxistin. Şandeya dadgehê derbarê Îlhamî Bali û Burhan Gok de biryara beratê dabû. Lê her sê bersûcên din bi cezayê giran hatin cezakirin.    DADGEH ÇIMA LI DAVÛTOGLÛ GUHDAR NAKE?    Tevî hemû îtîrazên parêzeran jî bersûc Burhan Gok nehat girtin. Parêzeran xwest Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû ku di axaftinek xwe têkildarî wê serdemê li xwe mikûr hatibû wî beşdarî danişînê bikin û li dadgehê were guhdarîkirin. Lê dadgehê daxwaza parêzeran red kir.   Ji ber ku polîsan wezîfeya xwe pêk neaniye derbarê wan de jî doz hat vekirin. 5 midurên polîsan, 3 komiser û 11 polîs li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tên darizandin. Lê cezayek hindik bo wan tê xwestin. Danişîna wan li Dadgeha Amedê didome. Yek ji kesê birîndar bû Askerî Yildirim, anî ziman ku ew bi daxwaza aştiyê li qada mîtîngê bûn û ev êrîş bi zanebûn û plan hatiye kirin.    DOSYE LI DADGEHA BILIND E    Dosyeya dozê hê jî li Dadgeha Bilind li benda biryarê ye û tevî demek dirêj jî derbas bû biryar nehatiye dayîn.    DER BARÊ POLÎSAN DE BIRYARA BERAETÊ    Her wiha bi sûcdariya ku "peywira xwe xerab bicih anîne” der barê 14 polîsan de doz hatibû vekirin. Danişîna doza polisan li 14'emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Amedê tê lidarxistin. Dadgehê der barê polîsên bi navê Kanbi Apaydin, Kerîm Karaboga, Mehmet Alî Cîrît, Îbrahîm Yavuz, Ahmet Togaçar, Dursun Usta, Fatîh Donmez, Hamdî Yenden, Huseyîn Yildirim û Mehmet Yasîn Ozer de biryara beraetê da û der barê polîsên bersûc Mefaret S., Akın D.,  Alî K. û Murat D. de ji bi hinceta “bi sûretê xemsariyê wezîfeya xwe xerab bicih anîne” li her yekê 3 meh cezayê hepsê birî û paşê bi daxistinê re ceza bû 2 meh û 15 roj.    DADGEHÊ JÎ ŞAREDARÎ SÛCDAR KIR    Li dijî cezayên hat birîn îtîraz li dadgehek bilindir 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat kirin û dadgehê biryara, “Şaredariyê paqijiyek hewcedarî nekiriye û ji ber vê yekê bombe nehatine tespîtkirin û tu qisûrek polîsên bersûc tune ye” da û cezayê hatibû birîn ji holê rakir.    DOZA CEMAWERIYÊL I AYM’Ê YE    Dadgeha Edliyeya Herêma Amedê biryara beraetê der barê 10 polîsan da teqez kir û parêzerên malbatan dosyeya dozê veguhestin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û tevî 2 sal bi ser re derbas bû jî hê jî biryar nehatiye dayîn.    GILÎ HAT KIRIN LÊ ENCAM NÎNE    Baroya Amedê der barê dadger Gulsum Akkoyûn de ku wezîfeya xwe xerab bicih anî serî li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) da lê belê tu pêşketin di vê serlêdanê de jî çênebû.    ‘AGAHIYÊN ÎSTÎXBARATÊ HENE’   Ji parêzerên Doza Komkujiya 5’ê Hezîranê Şevîn Kaya pêvajoya darizandinê nirxand. Kaya diyar kir ku êriş û komkujiyên li dijî HDP’ê yên beriya hilbijartina 7’ê Hezîranê li ser hedefnîşandana desthilatdariyê pêk hatin û got: “Meqamên fermî hemû ji êrişên li dijî HDP’ê haydar bûn. Agahiyên îstîxbaratê jî hene ku DAIŞ’ê piştî têkçûna xwe ya li Kobanê gotiye dê berê xwe bide kurdên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.”    ‘DEWLETÊ DIZANIBÛ’    Kaya destnîşan kir ku sazî û dezgehên dewletê yên wek emniyetê û îstîxbaratê tevî ku dizanibûn dê DAIŞ êriş û komkujiyan pêk bîne jî lê tu tevdîr negirtin û çi êriş û komkujî hatibin kirin hemû bi belgeyan piştrast in. Kaya anî ziman ku ji roja ewil ji ber tevdîrên nehatin girtin êriş û komkujî li ser hev pêk hatin û ev xemsarî ango tevdîrnegirtina saziyên pêwendîdar bû sedema ku komkujiya mîna 5’ê Hezîranê ya Amedê û komkujiyên din pêk werin.    TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ DÊ DEWAM BIKE    Parêzer Şevîn Kaya destnîşan kir ku wan gelek caran tevî ku bal kişandiye ser berpirsiyariya wezîfedarên cemaweriyê jî lê dadger û dozger bi xemsarî nêzî daxwazên wan bûne. Kaya got: “Me got di her merhaleya dadgehê de got polîsên li qadê lêgerîna bombeyan kirine herî kêm bi qasî faîlan sûcdar in. Lê belê ev daxwazên me ji aliyê dadgehê ve nehatin qebûlkirin. Me her tim bi bîra dadgehê dixistin ku organîzasyonek mezin li pey teqînê-komkujiyê heye. Mufetîşan der barê polîsan de raporek amade kir û di raporê de jî tê gotin ku polîs bi xemsarî wezîfeya xwe kirine. Pir bi eşkerayî çavgirtinek û xemsariyek mezin di komkujiyê de heye. Piştî biryara Dadgeha Bilind em ê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Li pey komkujiyên 5’ê Hezîranê, Edene-Mêrsîn, Pirsûs, Enqere (10’ê Cotmehê 2015) organîzasyonek hevpar heye. Ji bo ev yek ronî bibe û derkeve holê em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin.”    MA / Mujdat Can