Hilbijartina Hîlwanê: Şitlê 45 sal berê dîsa ji nû ve şîn bû 2024-06-05 09:51:18   RIHA - Parlamenterê DEM Partiyê Oemr Ocalan diyar kir ku tevgera siyaseta kurd piştî 45 salan dîsa şarederiyê bi dest xistiye û got: “Şitlê ku 45 sal berê hatibû çandin, di 2’yê hezîranê de dîsa şîn bû.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li navçeya Hîlwana Rihayê ku ji bo tevgera azadî û siyaseta kurd cihek girîng e, piştî 45 salan di hilbijartina xwecihî de bi ser ket.    Li Hîlwanê ji malbata Silêmanan Mehmet Veysî Bayik şaredariyê bi rê ve dibir. Lê di hilbijartina xwecihî ya 6’ê Gulana 1979’an de Nadîr Temel bi ser ket û cara yekem bû ku tevgera siyasî ya gelê kurd şaredariyek bi dest dixe. Piştî darbeya leşkerî ya sala 1980’î qeymeqamê Hîlwanê Taykan Ataman wek qeyûm tayînî Şaredariya Hîlwanê tê kirin. Ji wê rojê ve heta roja me ya îro Şaredariya Hîlwanê di bin rêveberiya malbata Silêmanan de bû.    DEM Partiyê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de ji sedî 33,20’ê dengan wergirt û bi ser ket. AKP îtîrazî hilbijartinê kir û Desteya Hilbijartinê ya Bilind hilbijartin betal kir û biryar girt ku di 2’yê hezîranê de bê nûkirin.    DEM PARTIYÊ DAWÎ LI DESTHILATDARIYA SILÊMANAN ANΠ   Di hilbijartina xwecihî ya dubarekirî de ku 2’ê hezîranê pêk hat, Namzetên Hevşaredariya Hîlwanê yên DEM Partiyê Seyhan Paydaş û Garîp Yeşîl vê carê bi rêjeyek bilind bi serketin û 10 hezar û 720 deng wergirtin û bûn hevşaredarên navçeyê. Namzetê AKP’ê Aslan Alî Bayik têk çû û DEM Partiyê piştî 45 salan dawî li desthilatdariya malbata Silêmanan anî.    Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihaye Omer Ocalan encam û serketina hilbijartina li Hîlwanê nirxand.    'GEL BI RUHÊ AZADIYÊ ÇÛ SER SINDOQAN’    Omer Ocalan da zanîn ku gelê Hîlwanê tenê ne raya xwe da di heman demê de bersiv da desthilatdariyê, statûkoperestiyê û got: “Me tenê wek hilbijartina şaredariyê li vê hilbijartinê mêze nekir. Gelê Hîlwanê 45 sal berê ruhê azadiyê li vir çandiye û bi ruhê tevgera azadiya kurd beşdarî vê hilbijartinê bû. Dewletê 45 sal berê piştî qewimandinên li vir hin malbatan kişand cem xwe. 45 sal in ew malbat li dijî kurdan didin şerkirin. Ev ji bo wan şermek giran e. Gelê Hîlwanê jixwe di 31’ê Adarê de bersiv dabû van. Lê dewletê viya qebûl nekir. Rayên gel, îradeya gel hatin şewitandin. Gel roja 2’yê hezîranê bi hin hesasiyet, biryar û seknek xurtir çû ser sindoqan û îradeya xwe bijart.”   'ZAROKÊN BERXWEDÊRAN BERSIV DAN DESTHILATDARIYÊ’    Ocalan destnîşan kir ku encamên hilbijartinê da nîşandan ku ruhê 45 sal berê yê li vir hatiye xurtkirin û got: “Zarok û neviyên berxwedêrên 45 sal berê li vir bedel dan, bersiva her xweşik dan desthilatdariyê. Wê şaredariya me di xizmeta gel de be. Lê belê xelkê tenê ne ji bo xizmetê dengê xwe da, di heman demê xwedî li mîrateya Alî Çat, Cûma Tak û Halîl Çavgûn derket. Em ê jî xwedî li nirxên gelê xwe derkevin.”      'GELÊ ME 45 SAL BÛ LI BENDA 2’YÊ HEZÎRANÊ BÛ’    Ocalan anî ziman ku desthilatdarî-dewlet hemû hêza xwe da Hîlwanê ku AKP bi ser bikeve û got: “Gelek tişt kirin ji bo ku bi ser bikevin lê encam diyar e. Bertîl dan xelkê lê dîsa pere nekir. Gelê Hîlwanê rant û bertîlên wan qebûl nekir. Gelek mirovan kirin navbeynkar lê encam negirtin. Gelê Hîlwanê li benda 2’yê hezîranê bû. Xelkê me yê Hîlwanê digot ev 45 sal in em li benda vê rojê ne. Şitlê ku 45 sal berê li Hîlwanê hat çandin, di 2’yê hezîranê de ji nû ve şîn bû.”   ‘BILA DEWLET WANÊ BÎNE BÎRA XWE’    Ocalan bi bîr xist piştî serketina li Hîlwanê dotira rojê desthilatdariyê qeyûm tayînî şaredariya wan a Colemêrgê kir û wiha axivî: “Naxwazin, nahêlin ku gelê kurd kêfxweş û şanaz bibe. Bila desthilatdarî-dewlet berxwedana Wanê bîne bîra xwe. Xwestin îradeya gelê Wanê desteser bikin lê gel bi berxwedana xwe bersiva herî baş da. Gelê Wanê sepanên li wan tên ferzkirin qebûl nekir û herikîna dîrokê guhert. Mafê siyasetê yê kurdan ji destê wan tê girtin. Lê ew çi dikin bila bikin em ê bi hêza gelê xwe siyaseta demokratîk bi pêş ve bibin. Dewlet dixwaze li qada siyaseta demokratîk gelê kurd tasfiye bike. Qeyûm dişînin ser îrade û hebûna gelê kurd. Dem dema gelê kurd e ku bi rola xwe ya dîrokî abe. Gelê me çawa li Wanê xwedî li îradeya xwe derket, dê li Colemêrgê jî xwedî derkeve.”    MA / Ceylan Şahînlî