Piroglû: Divê têkoşîna civakî bê bilindkirinÇakmak: Divê CHP bêdeng nemîne 2024-06-05 09:27:53   STENBOL- Mûsa Pîroglûyê ji DEM Partiyê, li dijî qeyûman îşaret bi bilindkirina têkoşîna civakî kir û Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak jî bi lêv kir ku divê CHP li hemberî polîtîkayên desthilatê bêdeng nemîne.    Wezareta Karên Navxweyî di 2’yê hezîranê de cara sêyemîn qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de kir. Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş piştî ku hat binçavkirin ji peywirê hat dûrxistin. Li şûna wî walî Alî Çelîk ku 315 milyon TL deyn xistibû stuyê şaredariyê, wekî qeyûm hat tayinkirin.    Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê (MYK) Mûsa Pîroglû û Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak, desteserkirina vînê ya li Colemêrgê nirxandin.   Pîroglû anî ziman ku AKP piştî Wanê senaryoyeke bi vî rengî li Colemêrgê jî xist meriyetê û got ku bertekên li Wanê derketin qada siyasî ya desthilatê teng kiriye. Pîroglû got: "Ji ber vê yekê niha hewl didin pêvajo û biryarên dadgehan ji bo qeyûman bikin zemîn. Desteserkirina vîna gel ku duh bi destê Wezaretê Karên Navxweyî dihat kirin, îro dixwazin heman tiştî bi biryarên dadgehan bikin. Ev siyaset, rengvedana polîtîkaya tolstendin û dijminatiyê ya li hemberî gelê kurd e."    BANGA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNA CIVAKÎ   Pîroglû da zanîn ku divê têkoşîna li dijî qeyûman û hemû zextan bê xurtkirin û got: "Divê were qebûlkirin ku heta hêzên ked û aştiyê gav neavêjin, heta gel çarenûsa xwe neparêzin, wê tu carî asayîbûneke ji bo mifha wan çênebe. Ya divê em bikin, ew e ku em têkoşîna civakî bilind bikin."    ÇAKMAK: MUDAXILEYA LI MAFÊ HILBIJARTINÊ   Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak jî diyar kir ku tayînkirina qeyûman rasterast destwerdana mafê dengdayîn û hilbijartinê ye.    Çakmak anî ziman ku berxwedana li Wanê bû sedem ku AKP bi paş ve gav bavêje, lê feraseta qeyûm hê jî di desthilatdariyê de heye û got ku AKP hewl dide bi vî awayî desthilatdariya xwe bidomîne. Çakmak îşaret bi wê yekê kir ku tayînkirina qeyûm ya li Colemêrgê bi hevsengiyên li Rojhilata Navîn re jî girêdayî ye.    Çakmak jî îşaret bi daxuyaniyên "asayîbûnê" kirin û destnîşan kir ku bi taybetî divê CHP di bin navê "asayîbûnê" de li hemberî polîtîkayên desthilatê bêdeng nemîne. Çakmak destnîşan kir ku heya pirsgirêka sereke ya vî welatî neyê çareserkirin, wê tu pirsgirêk bi awayekî mayinde çareser nebe.    MA / Omer Îbrahîmoglû