Ji Amedê berteka qeyûm: Em ê dakevin kuçeyan û xwedî li mafê xwe derkevin 2024-06-05 09:25:57   AMED - Amediyên ku bertek nîşanî tayinkirina qeyûma li Şaredariya Colemêrgê dan, diyar kirin ku wê polîtîkaya qeyûm bi ser nekeve û gotin: "Divê em dakevin kuçeyan û dengê xwe bidin bihîstin û em ya ku mafê me ye bistînin."    Piştî Hevşaredarê Colemêrgê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Siddik Akiş li Wanê hat binçavkirin, cara sêyemîn qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin.   Piştî ku Walî Alî Çelîk ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve wekî qeyûm li Şaredariya Colemêrgê hat tayînkirin bertek didomin. Amediyan bertek nîşanî desteserkirina vînê dan û gotin ku desthilat bi polîtîkaya xwe ya qeyûmtiyê nikare bi ser bikeve û ew ê li ber xwe bidin.   ‘EM Ê LI BER XWE BIDIN'   Sadiye Tûrgût anî ziman ku ew ê li ber xwe bidin û şaredariyê paşde bigirin û wiha got: “Qeyûmtî neheqî ye. Nikarin dengê kesî bigirin, radibin bi qeyûman dest datînin ser vîna me. Em qeyûman qebûl nakin."    Salîme Karaca diyar kir ku qeyûm "zilm" e û wiha got: "Çend caran qeyûm tayîn kirin, ma bi ser ketin?" Karaca anî ziman ku heta encamekê bi dest bixin wê li ber xwe bidin û got: "Berxwedan jiyan e."    ‘WÊ BI SER NEKEVIN'   Farûk Haydar diyar kir ku li Colemêrgê li dijî vîna gel êriş pêk hatiye û bi bîr xist ku polîtîkaya qeyûm du caran hat ceribandin, lê têk çû. Haydar anî ziman ku gelê kurd her tim vîna xwe parastiye û wiha got: “Ev pêkanîn dê ji bo gelên li Tirkiyeyê dijîn tiştek bi xwe re neyne, berovajî wê bibe sedema windakirinê. Baweriya gel a bi demokrasî, hiqûq û hilbijartinê tê tunekirin. Divê di çarçoveya qanûnê de bê protestokirin. Piştî şaredariyan dest guhert, hat dîtin ku ji bo valakirina şaredariyan xebatî ne."   ‘EM LI WANÊ BI SER KETIN DIVÊ HEMAN TIŞT LI COLEMÊRGÊ JÎ ÇÊBIBE'   Hasan Elazat ku ji Mereşê ye û li derveyî welat dijî jî bertek nîşanî polîtîkaya qeyûmê da. Elazat wiha got: “Cara sêyemîn qeyûm hat tayînkirin. Divê gel bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin. Divê em li dijî vê yekê rabin, em li Wanê bi vî awayî bi ser ketin, divê heman tişt li Colemêrgê jî çêbibe."    Nîzamettîn Katircî anî ziman ku qeyûm heqaret û zilm e li gelê kurd û wiha got: “Ev qas partî hene, çima her tim qeyûman tayinî ser kurdan sûcdar dikin? Ji bo çi vê zilmê li me dikin?" Katircî da zanîn ku divê gel li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne û mafê xwe biparêze û got: "Divê em dakevin qadan û dengê xwe bidin bihîstin, tişta ku mafê me ye bi dest bixin."   Medenî Tatlî jî destnîşan kir ku divê ew li dijî polîtîkaya qeyûmtiyê li ber xwe bidin. Tatlî berxwedana Wanê bi bîr xist û got ku divê li Colemêrgê jî têkoşîn bê dayîn.   Mehmet Çetîn diyar kir ku zilm û zordariya li ser gelê kurd 100 sal in didome û got: “Ji bo berxwedanê çi ji destê me bê em ê bikin. Divê gelê kurd li dijî vê neheqiyê mafên xwe yên demokratîk bi kar bîne. Qeyûm wê bi ser nekevin. Wan mînaka vê ya herî baş nîşan da."