Şandeya CHP'ê li Colemêrgê ye: Tayinkirina qeyûm antîdemokratîk e 2024-06-04 20:02:37   COLEMÊRG – Şandeya CHP'ê ku piştî tayinkirina qeyûm hat bajêr, serdana DEM Partiyê kir. Berdevka CHP'ê Denîz Yucel, got: "Tayinkirina qeyûm antîdemokratîk e û ne qanûnî ye."    Piştî Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin û qeyûm tayinî şuna wî hat kirin, şandeya CHP'ê hat bajêr. Şande ku hat avahiya DEM Partiyê ya Bajêr, ji aliyê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn bayindir û rêveberên partiyê ve hatin pêşwazîkirin.    Hatîmogûllariyê ku malavayiya şandeyê kir got: "Em dikarin bi hev re xwedî li demokrasiyê derkevin. Em dikarin li dijî feraseta ku mafê hilbijartinê asteng dike bi ser bikevin. Em dikarin bi piştevaniyê vê feraseta darbekar têk bibin. Em ji bo piştgiriyê malavayiya Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel û we dikin."   Berdevka CHP'ê Denîz Yucel ku li vir axivî, got: "Em ji bo bertekê nîşanî tayinkirina qeyûm bidin û piştgiriya DEM Partiyê bikin li vir in. Neheqî li kê bê kirin em li wir in. Tayinkirina qeyûm antîdemokratîk e û ne qanûnî ye."    Şande paşê ji bo hin hevdîtinan ji avahiya partiyê derket.