AYM’ê rayeya Erdogan a tayînkirina rektoran a bi rêya KHK’ê betal kir 2024-06-04 16:00:08   ENQERE - AYM’ê rayeya tayînkirina rektoran a Serokkomar Tayyîp Erdogan weke binpêkirina destûra bingehîn nirxand û betal kir.    Dadgeha Destûra Bingehîn  (AYM) sererastkirina têkildarî tayînkirina rektorên zanîngehan a ji hêla serokkomar ve derî destûra bingehîn nirxand û betal kir. CHP'ê ji bo betalkirina hinek xalên Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya Hejmar 703 serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Biryara AYM’ê ya bihincet di Rojnameya Fermî de hate weşandin.    Dadgeha Destûra Bingehîn biryara betalkirina hukmê KHK’ê ya têkildarî tayînkirina rektoran de betal kir û biryar da ku ji îro û şûnde piştî 12 mehan bikeve meriyetê.