Mutalaaya weke hinceta tayînkirina qeyûm hatiye nîşandan: Protestoyên têkildarî êrişa li dijî Ahmet Turk sûc in! 2024-06-04 14:21:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Di mutalaaya Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş de ku weke hinceta tayînkirina qeyûm hate nîşandan, suhbeteke Akiş weke “suhbeteke rêxistinî” hate nirxandin. Protestokirina êrişa li dijî siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî weke sûc hatin nîşandan.    Li ser biryara Wezîrê Karên Hundir ê Dewleta Tirk Alî Yerlîkaya, li Şaredariya Colemêrgê qeyûm hate tayînkirin. Hevaşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin, ji peywirê hate dûrxistin û walî Alî Çelîk weke qeyûm li şûna Akiş hate tayînkirin.    Wezaretê di daxuyaniya xwe de got ku Akiş di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye destpêkirin de hatiye binçavkiri. Lê belê ji ber ku di lêpirsînê de biryara nepeniyê heye, kitekitên wê nayên zanîn. Di daxuyaniyê de îdiayên weke hinceta tayînkirina qeyûm hatine nîşandan hatin parvekirin. Di sala 2014’an de derheqê Akiş de doz hatibû vekirin û îdiayên di dozê de hatin rêzkirin.    KITEKITÊN DOSYAYÊ   Lêpirsîna behsa xeberê spartine çalakiyên civakî yên di navbera salên 2009 û 2014’an de li bajar hatine kirin. Akiş û 15 siyasetmedarên wê demê di çarçoveya lêpirsînê de tên darizandin. Danişîna dawî ya dozê di 29’ê gulanê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê hate lidarxistin. Dadgehê, beriya dadgehê ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji dozger re şand. Dozger jî bi awayekî lez û bez mutalaayeke ji 30 rûpelan pêk tê pêşkeşî dadgehê kir.    LI SER ÎDIAYÊN DOZGERÊ ‘LÊGERÎNA WÎ HEYE’ CEZA HAT XWESTIN    Dozger, xwest ku dozyayên kesên “firarî” yên bi navên E.A. û F.D. bên cudakirin û darizandin bidome. Ji bo kesên din jî daxwaza cezadayînê kir. Balkêş e ku tevahiya “delîlên” weke hinceta cezayê hatine nîşandan, ji hêla dozger D.Y. ku di lîsteya “Kesên ji FETO’yê lêgerîna wan heye” ya Wezareta Karên Hundir de cih digire.    Di beşa îdianameyê ya têkildarî Akiş de tapeyên telefonan, îfadeyên şahidên nepen ên derheqê bi sedan kesan de îfade dane û şîroveyên şexsî cih girtine. Li Akiş wê demê serokatiya navçeyê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya li şûna wê hatibû avakirin kiribû û ji ber vê yekê bi îdiaya “Endamê Dîwana Serokatiya Meclisa Avaker a Colemêrgê/KCK’ê” hate tawanbarkirin. Ji bo vê tawanbariyê jî îfadeyên şahidên nepen, tapeyên telefonan, şîroveyên şexsî û çalakiyên protestoyî yên li bajar weke hincet hatin nîşandan.    CIVÎNA PARTIYÊ HATE ÎLLEGALÎZEKIRIN   Di mutalaayê de her wiha cih dan hinek tapeyên di dosyayê de cih girtin. Gotina “Ne sibe, roja piştre saet di 09.30’an de tevahiya rêxistina we, endamên meclisa şaredariyê, encumenên bajar, rêveberiya partiyê, belê belê dê bên navendê, temam temam tevahiya rêxistinê ne wisa” ya di “Tape-1”ê de cih girtin, weke sûc hate nîşandan. Li ser îfadeyên behsa xeberê, di 14’ê cotmeha 2009’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê civîn hate lidarxistin û ji bo vê civînê îdiaya “Di çarçoveya armancên Meclisa Bajar a Avaker” hate kirin.    Di mutalaayê de îfadeyên şahidê nepen ê “Annemin gözyaşları" ku di 11’ê kanûna 2009’an de dabûn jî cih girtin. Di çarçoveya îfadeyên şahidê nepen de ji bo Akiş û kesên di rêveberiya partiyê de cih digirin hat îdiakirin ku wan biryar dan bê ka dê kî di partiyê de cih bigirin.    JI ‘SUHBETÊ’ RÊXISTIN DERXISTIN!    Di lêkolîna qeydên "Tape-5"ê de jî gotinên A.O. yên; “Ez ji bo te tiştekî bibêjim, serokê navçeya Çelê heye ya, bangî wî bike, na na bangî yê berê bikin, hinek qala partiyê bo wî bikin, her wiha wê rojê min hinek jê re suhbet kiribû, tu jî di heman çarçoveyê de pê re suhbetê bike, her wiha di çarçoveya din de temam e” cih girt. Dozger ji bo beşa “Di çarçoveya din de pê re suhbet bike” ya di îfaeyê de îdiaya “têkildarî koodînekirina avadaniyên nêzî rêxistinê” kir.    Yek ji hûrgiliyên balkêş ên di mutalaayê de cih digire jî, axaftina Akiş a têkildarî êrişa li Samsûnê li dijî siyasetmedarê kurd Ahmet Turk hatibû kirin e. Têkildarî mijarê di 13’ê nîsana 2010’an de li navenda Colemêrgê daxuyaniyek hatibû dayîn û tu bûyer derneketibûn. Axaftina Akiş a di daxuyaniyê de jî cih girt. Hat îdiakirin ku di dema çalakiyê de sirûd hatine xwendin û piştre jî li hinek taxan bûyer derketine.    JI BER LÊGERÎNA TÊKILDARÎ ŞERÊ MALBATAN TÊ SÛCDARKIRIN    Têkildarî bûyerên qewimîn hûrgilî hatine parvekirin û hat îdiakirin ku kesên di nava “Komîsyona Çalakiyên Meclisa Bajar a Avaker” de cih digirin ev bûyer organîze kirine. Akiş ji ber vê îdiayê jî tawanbar kir. Lê belê di berdewamiya vê beşê de cih dan hewldanên Akiş ên ji bo bidawîkirina van bûyeran. Gotinên Akiş ên ji bo bidawîkirina çalakiyan weke “talîmat” hatin nirxandin.    Her wiha axaftinên Akiş li ser telefonê bi F.Y. re kirin jî cih girtin. Li gorî axaftinên hatine nivîsandin, F.Y. pirsa “Serok tu li ku yî çi dikî” dike. Akiş jî bersiva “Ez li sûkê li cem hevalekî me. Meseleyek heye em li ser diaxivin. Heta 10 deqeyan ez ê te bibînim.” Dide. Hevdîtina Akiş behsa wê dike di mutalaayê de weke “Tê fêmkirin ku têkildarî mijareke di Komîsyona Edaletê ku jêrekomîsyona KCK-TM’ê ye dihat nîqaşkirin axivî ne.” hate şîrovekirin.     Di heman demê de hat diyarkirin ku kesekê nasnameya wî nehatiye tespîtkirin, li Akiş geriyaye, qala şerê di navbera du malbatên Colemêrgî de axivî ye û jê xwestiye ku çareser bike. Ev rewş di mutalaayê de wiha hatiye şîrovekirin: “Tê fêmkirin ku xwestine Komîsyona Edaletê ku jêrekomîsyona KCK/TM’ê ye bi vê mijarê re eleqeder bibe.”    ŞAHIDÊN NEPEN   Her wiha cih dan qeydên tapeyê yên Akiş û Y.A. Hat îdiakirin ku Y.A. bi gotinên “protesto bikin” û “Em ê tercîha xwe ya siyasî nîşan bidin ma çi ji vê xwezayîtir heye”, “talîmat” daye Akiş.    Di berdewamiya mutalaayê de her wiha îfadeyên binakok ên şahidên nepen ên bi navên “Oyun Bozan", "Kar beyaz günler", "Cilo", "Sümbül", "Sıddık", "FSI33ERZ4NO3PRT" û "RDN85" û hwd. jî cih girtin. Şahidên nepen ku ji wan hinek jê îtîrafkar û yên din jî “kesên nayên dîtin” in, ji bo xebatên siyasî yên Akiş îdiaya “xebatên rêxistinê” kirin.    Dozger, bi hincetên “Qeydên hevdîtinê, delîlên di dema lêgerînan de hatine bidestxistin, çalakiyên bersûc ên berê, girtekên teşhîsê yên têkildarî xebatên tev li bûye” xwest ku ceza li Akiş were birîn.    Dê darizandina Akiş û kesên din de sibe berdewam bike.