Qeyûmê Colemêrgê ji bo namzetê AKP’ê 29 milyon lîre xerc kiriye, 315 milyon jî deyn hiştiye 2024-06-04 12:17:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Walî Alî Çelîk cara duyemîn e wek qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê tê kirin. Qeyûm ji bo xebata hilbijartina namzetê AKP’ê 29 milyon û 939 hezar lîre xerc kiribû û şaredariyê jî bi 315 milyon û 705 lîreyê di bin deyn de hiştibû.    Wezareta Karên Navxweyî, Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş yê di hilbijartina 31’ê Adarê de bi rêjeya ji sedî 48.92 li ser navê DEM Partiyê bi ser ketibû ji wezîfeyê girt û waliyê Colemêrgê Alî Çelîk wek qeyûm tayîn kir. Siddik Akiş ji duh ve di binçavan de ye. Ji bo binçavkirina Akiş, “Doza KCK” ku ji sala 2014’an maye û lêpirsînek nû ku hatiye destpêkirin, wek hincet hat nîşandan. Derket holê ku dozgerê ku îdianameya Akiş di sala 2014’an de amade kiriye kesê bi navê D.Y. ye û ji “lîsteya lêgerînê ya FETO” der barê wî de biryara girtinê heye. Hê jî naveroka lêpirsîna tê meşandin û kirine hinceta binçavkirinê nayê zanîn.    CARA DUYEMÎN WÎ KIRIN QEYÛM    Waliyê Colemêrgê Alî Çevîk ku wek qeyûm hat tayînkirin, beriya hilbijartina 312ê Adarê jî wek qeyûm li Şaredariya Colemêrgê hatibû wezîfedarkirin. Qeyûm Alî Çelîk kesek nêzî Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Suleyman Soylû tê nasîn. Alî Çevîk di serdema Wezerî Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya de 10’ê tebaxa 2023’yan ji Kutahyayê tayînî Colemêrgê hat kirin. Di heman demê de jî bû qeyûmê şaredariyê.    Alî Çelîk li gelek navçeyan qeymeqamtiyê kiriye. Her wiha di navbera salên cuda de sermifetîşiyê û bi wekaletî Cîgiriya Midûriyeta Giştî ya Polîsan kiriye. Di sala 2018’an de wek Midûrê Giştî yê Îdareya Îller a Wezareta Karên Navxweyî wezîfeyê kiriye.    Di 10’ê hezîrana 2020’an de wek walî tayînî bajarê Kutahyayê hat kirin. Di vê pêvajoyê de bi mesafeyek nêz bi Suleyman Soylû re xebat dan meşandin. Piştî ku Yerlîkaya bû wezîr, Alî Çevîk hem wek walî û hem jî wek qeyûm tayînî Colemêrgê kir.    KIRINÊN QEYÛM    Her çiqas Çelîk demek kurt wezîfeya qeyûm kir jî lê li şaredariyê rûxandinên mezin pêk anî. Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş piştî hat bijartin, rûxandin, dizî û talana ku qeyûm Çelîk li Şaredariya Colemêrgê pêk anîbû bi raya giştî re parve kiribû. Hevşaredar Siddik Akiş û Viyan Tekçe di 14’ê gulanê de civîna çapemeniyê li dar xistibûn û kiryar û tiştên neqanûnî yên qeyûm ku kiribû, rêz kiribûn.    Li gorî vê yekê; di serdema qeyûm Çelîk de gelek wezîfedarên cemaweriyê û rêveberên AKP’ê bi ser sendîkaya HAK-BEL’ê re girtiye kar. Gelek îhaleyên şaredariyê daye fîrmayên nêzî AKP’ê.    Qeyûm ji qaseya Şaredariya Colemêrgê 29 milyon û 939 hezar û 764 lîre ji bo xebata kampanyaya namzetê AKP’ê Îzmet Olmez xerc kiriye.    Her wiha qeyûm Çelîk, şaredariyê bi giştî xistiye bin 315 milyon û 705 hezar û 77,13 lîre deyn.