Hevserokê TEV-DEM’ê Hiso: Divê gelê me di 11’ê hezîranê de biçe ser sindoqê 2024-06-04 10:42:43   AMED - Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso têkildarî hilbijartinên herêmî yên 11’ê hezîranê got ku ew biryara hilbijartinê li gorî qanûnên xwe girtine û wiha axivî: “Em ji vir bang li hemû gelên xwe dikin; biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.”    Li gorî Qanûna Îdareyên Xwecihî ya Meclisa Demokratîk a Gelan di 10’ê gulana 2024’an de derxistiye, Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 7 kanton, 6 bajarên mezin, 45 bajar û 141 bajarokan pêk tê. Li gorî kanûna hilbijartinê ya Komîsertiya Hilbijartinê ya Bilind (KHB) diyar kiriye divê hilbijartinê di 11’ê  hezîranê li 192 bajar û bajarokan werin kirin. Lê belê ji ber Efrîn, Bab, Cerablus, Ezaz, Girê Spî û Serêkaniyê di bin dagirkeriyê de ne, hilbijartinê dê neyê kirin. Herwiha li bajar û bajarokên ku amadehiyên binesaziya wê nehatine temamkirin û bajarokan ku statûya xwe nû bi dest xistine jî dê hilbijartinên şaredariyê neyên kirin.    DÊ HILBIJARTINA 133 ŞAREDARIYAN BÊ KIRIN   Komîsertiya Hilbijartinê ya Bilind 5 bajarên mezin, 37 bajar û 91 bajarokan wek deverên ku dê hilbijartin lê bên kirin diyar kir. Li borî van agahiyan dê li Kantona Cizirê ji bo 67 şaredariyan, li Kantona Dêrazorê ji bo 18 şaredariyan, li Kantona Reqayê ji bo 15 şaredariyan, li Kantona Firatê ji bo 14 şaredariyan, li Kantona Minbicê ji bo 6 şaredariyan, li Kantona Tebqayê ji bo 9 şaredariyan û li Kantona Efrîn û Şehbayê jî ji bo 5 şaredariyan dê hilbijartin bên kirin.    TÊ PAYÎN KU DÊ 2,5 MILYON HILBIJÊR DENG BI KAR BÎNIN   Rêveberiya Xweser daxuyand ji 30 partiyên siyasî dê 5 hezar û 336 namzet dê tev li hilbijartinê bibin. Tê payî ku dê 2.5 milyon hilbijêr biçin ser sindoqan. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewil di sala 2015’an de hilbijartinên herêmî li dar xistibû. Di encama van hilbijartinan de meclisên şaredariyan hatin avakirin û hevserok hatin hilbijartin. Di sala 2017’an de jî bi hilbijartina komîn û meclisan, li gorî nûnertiyê hevşaredar hatin hilbijartin.    Li gel rojeva hilbijartinê, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zêde bûn.    Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso têkildarî hilbijartinên 11’ê hezîranê û gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmê axivî.    ‘HILBIJARTIN LI GORÎ QANÛNAN IN’    Hiso bi bîr xist ku di nava 13 salan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mirovên ji nasnameyên gelek cuda bi hev re dijîn û diyar kir ku li hêrêmê ji carekê zêdetir hilbijartin hatine kirin. Hiso da zanîn ku dê hilbijartina 11’ê hezîranê bê kirin, di çarçoveye peymanê civakî de were lidarxistin û wiha got: “Di vê çarçoveyê de dê 11’ê hezîranê bibe rojekî dîrokî. Li vê derê tevahiya saziyan ji bo hilbijartikekî demokratîktir were kirin dixebitin. Partiyên siyasî bi coşekî mezin mitîngên xwe li dar dixin. Gel li benda hilbijartinên ku jin pêşengtiya wê dikin e. Ev hilbijartin berdewama peymana civakî ye û peymanê temam dike. Piştî ev hilbijartin hatin kirin dê ji bo tevahiya Sûriyeyê bibe mînak. Hilbijartinên ku em pêk tînin ji bo tu dewletan gef nîn in. Em bi îradeya xwe, ji bo xizmetê bibin gel dixwazin vê hilbijartinê li dar bixin.”    ‘HEBÛNA XWE BI XWÎNÊ DIDOMÎNE’   Hiso da zanîn ku Tirkiye bi hinceta hilbijartinê li dijî gelan êrişên xwe zêde kirin û anî ziman ku li tu derekî cîhanê êrişên bi vî rengî nîn in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye li hemberî hevrabûna gelan e. Ma tu zirara vê derê ji Tirkiyeyê re heye? Hilbijartinê li tevahiya cîhanê pêk tên, li Tirkiyeyê jî pêk tên. Mafê tu kesî nîn e ku bi vî awayî mudaxileyê derveyî sînorên xwe bike. Li vê derê gelek gel û nasname ji sala 2014’an ve li dijî terorîzmê têdikoşin û bi hev re dijîn. Me heya îro gefê li tu sazî û dewletan nexwariye. Ma em çima ji Tirkiyeyê re talûkeyekî bihewînin. Tirkiye ji çi ditirse? Bila ji raya giştî re eşkere bikin. Şerê ku Tirkiye dixwaze li herêmê bide destpêkirin, ji bo tevahiya herêmê taluke ye. Dixwaze krîza xwe ya siyasî, aborî û encamên hilbijartinê li vê derê bi şer veşêre. Ji ber desthilatekî hebûna xwe bi xwînê didomîne heye.”    ‘FIKRA ABDULLAH OCALAN TÊ HEDEFGIRTIN’   Hiso diyar kir ku divê Tirkiye hem ji bo çareseriya pirsgirêkên navxweyî hem jî ji bo çareseriya pirsgirêkên li herêmê tên jiyîn divê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re biaxive û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke çareseriya pirsgirêkan were xwestin divê bi ser pirsgirêkan nîqaş werin kirin. Tirkiye dixwaze bi komkujiyan hilbijartinan betal bike lê belê dê ev hilbijartin neyên batalkirin. Ji ber ev yek bi qanûnên Tirkiyeyê re nehate kirin. Êrişên Tirkiyeyê îro dest pê nekirin, ev demekî dirêj e didomin. Berî niha jî hilbijartin hebûn û ev êriş pêk dihatin. Tirkiye li vê derê pêşengtî û azadiya jinê, fikr û ramanên birêz Ocalan hedef digire.”    ‘DIBE KU DAIŞ ÊRIŞ BIKE’    Hiso anî ziman ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê pêk tên tê wateya piştgiriya DAIŞ’ê û wiha pê de çû: “Li cihên ku dagirkerî lê hatiye kirin li dijî hilbijartinan protestoyan didin kirin. Li wan deran çete jî hene. Dibe ku DAIŞ ji van êrişên hêz bigire û êrişan li dar bixe. Rejîma Sûriyeyê hilbijartinên li vê derê li hemberî xwe wekî gefekî nabîne lê belê hikûmeta Enqerê ya faşîst îtîrazî vê yekê dike. Ji ber dewleta Tirkiyeyê naxwaze kurd azad bibe. Em jî li benda biryara wan nebin û dê bi hemû gelên xwe re cejna demokrasiyê pîroz bikin.” Hiso destnîşan kir ku gelek mirovên ji herêma Sûriyeyê hatine anîn ziman ku ew ji bo pêşeroja Sûriyeyê dê hilbijartina tê kirin wek mînak bigirin dest, got ku li dewletên ereban jî têkildarî hilbijartinan nîqaş tên domandin û ev tişt gotin: “Taybetî jî li Lubnan, Misir, Iraq û Urdunê hilbijartin tê nîqaşkirin. DYA jî van hilbijartinan dişopîne û daxuyaniyan didin. Herkes dikare hilbijartinan şîrove bike. Ji ber herêmek dixwaze îradeya xwe diyar bike. Lê belê gef xwarin û sorkirin şaş e. Hinek dewlet di nîqaşên dike de dibêjin ku ‘dereng jî maye’. Dema ku Tirkiye vana dibîne ditengije. Naxwaze îradeya gel a vê derê derkeve holê.”    ‘HIBIJARTIN NAYÊN BETALKIRIN’   Hiso di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku tevî gef û êrişan, ew ê hilbijartinan betal nekin, vê yekê qet nafirikirin û wiha derbirî: “Êriş jî bên kirin dê pêşî li biryara gelan negirin. Çend roj berî niha jî êriş çêbû. Lê belê xebatên partiyên siyasî berdewam dikin û li dijî vê yekê çalakiyên protestoyê yên mezin jî hatin lidarxistin. Di dema rejîma Baasê de rejîm nûnerên xwe dişandin. Xizmeta gel nedihat kirin. Wê demê tevî ku şer nebû jî pişta xwe dabûn gel. Lê belê mirov niha dê bi ruhekî azad biçin ser sindoqan. Dê di hilbijartinan de her kes îradeya xwe ya azad dane li holê. Helber gelê li vê derê kêfxweş e. Dê her çar aliyê Kurdistanê di vê rojê de bibe yek û em ê dengê hev û dû bibîhîsin. Em ji vê derê bang li hemû gelê xwe dikin; bila biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin.”     MA/ Delal Akyuz