Hevşaredar Akiş bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî: Ez berxwedêran silav dikim 2024-06-04 10:40:53 COLEMÊRG  - Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê di binçavan de bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî û got ew hemû kesê li dijî qeyûm li ber xwe didin silav dike.    Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş duh hatibû binçavkirin. Wezareta Karên Navxweyî, hevşaredar Akiş ji wezîfeyê girt û qeyûm tayînî şûna wî kiribû. Hevşaredar Akiş ê duh li Wanê hatibû binçavkirin û wî biribûn Colemêrgê û niha li Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê di binçavan de tê ragirtin. Qedexeya hevdîtina parêzera a 24 saetan bi dawî bû. Parêzer çû cem Akiş û pê re hevdîtin kir. Akiş bi rêya parêzerê xwe ragihand ku ew berxwedana li bajarê xwe silav dike. Akiş di hevdîtina li gel parêzerê xwe de destnîşan kir ku morale wî baş e û tişta ku tê kirin wek “hewldana darbeya li dijî demokrasiyê” pênase kir. Akiş got ew hemû aliyên ku li dijî desteserkirina îradeya gel li ber xwe didin silav dike.    BERTEK NÎŞANÎ NÛÇEYÊN DEREW HAT DAYÎN    Li aliyê din hat zanîn ku biryara veşarî ya li ser dosyeyê berdewam dike. Parêzer Omer Akiş bi miwekilê xwe Siddik Akiş re hevdîtinê kir. Parêzer Omer Akiş anî ziman ku nûçeyên di medyaya alîgirê hikûmetê de der barê miwekîlê wan de hatine weşandin ji bo “bandorê li darazê bikin” hatine weşandin. Parêzer Omer Akiş wiha got: “Hevşaredarê me Siddik Akiş, roja yekşemê ji civîna li Amedê vedigere Colemêrgê û ji ber bûye derengiya şeve neçar maye ku li Wanê bimîne. Serê sibehê beriya ku derkeve û biçe Colemêrgê di serdegirtina malê de tê binçavkirin. Nûçeyên medya alîgir ên wek ‘kêliya ku wê bireviya hat girtin’ rastiyê nîşan nade. Her wiha medya desthilatdariyê têkildarî dosyeya ku me xwe negihandiye naveroka wê û hê jî sînordarkirin li serê heye, agahiyan parve dike. Ev yek hevşaredar hedef dide nîşandan û dixwaze bandorê li ser darazê çêbike. Hevşaredar Akiş bi xwe jî ji dadgehê re gotiye ku wê beşdarî danişîna 5’ê hezîranê bibe. Kesek ku gotibe ez ê beşdarî danişînê bibim, gelo wê çima bireve? Pêwîste kes baweriya xwe bi van manîpulasyonan bîne.”