Cenazeyê zaroka dihat îdiakirin ketiye Çemê Dîcleyê hate dîtin 2024-06-04 09:40:25   ŞIRNEX - Cenazeyê zaroka ku dihat îdiakirin li navçeya Cizîrê ketiye Çemê Dîcleyê, li bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate dîtin.    Hat diyarkirin ku zaroka 16 salî Safya Sureyya B. di 29’ê gulanê de li derdora Sûrên Qeraxê yên Parka Ataturkê ya navçeya Cizîr a Şirnexê kete Çemê Dîcleyê. Li ser îxbara ku xwe nagihînin Safya Sureyya B., di 1’ê hezîranê de li cihê bûyerê komên AFAD, emniyet û agirkujiyê hatin sewqkirin.    Koma binavger a amirtiya Tetwanê, koma binavger a AFAD a Bedlîsê, komên seravê yên AFAD a Amedê û koma binavger a Şaredariya Cizîrê dest bi xebatên lêgerîn-rizgarkirinê kirin. Ji navenda Cizîrê sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê xebat hatin meşandin.    Di encama xebatan de wêneyê cenazeyekî yê ji herêma Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihişt ber destê Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê. Wêne, ji bo teşhîsê nîşanî malbatê dan û hat zanîn ku cenaze yê Safya Sureyya B. ye. Piştî dîtina cenazeyî, xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatin bidawîkirin. Hat zanîn ku piştî kar û barên pêwîst dê cenaze bi rêya rêbejê bînin Cizîrê.