TBB: Divê wezaret dest ji biryara xwe berde û hevşaredar vegere ser wezîfeya xwe 2024-06-04 09:32:34 ENQERE - Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê diyar kir ku divê hevşaredarê Colemêrgê li wezîfeya xwe bê vegerandin û got: “Bingeha demokrasiyê ew e ku rêz ji mafê bijartin û hilbijartinê re bê girtin.”    Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) têkildarî binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi sernavê “Bingeha demokrasiyê ew e ku rêz ji mafê bijartin û hilbijartinê re bê girtin” de binçavkirina Akiş û tayînkirina qeyûm hat bibîrxistin.    Yekitiya Baroyan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind dosyeya esasiye ya 2014’an ji bo mafê bijartinê wek asteng nedîtiye û piştre jî dosye ji bo serokatiya şaredariyê nebûye asteng û wiha hat gotin: “Bêyî ku tiştek bê lêkolînkirin, serokşaredar ji wezîfeyê girtin, tê wateya destwerdana bêpîvan a li dijî mafê bijartin û hilbijartinê ya ku bingeha demokrasiyê ye.”    ÎRADEYA HILBIJÊRAN LI BER ÇAVAN NEHATIYE GIRTIN    Yekitiya Baroyan diyar kir ku bi tayînkirina walî re îradeya gel-hilbijêran li ber çavan nehatiye girtin û li şûna walî bê tayînkirin meclisa şaredariyê dikaribû encûmenek ji nava xwe bijarta.    BILA ŞAREDAR VEGERE SER WEZÎFEYA XWE    Yekitiya Baroyan da zanîn ku divê  Wezareta Navxweyî dest ji biryara ku girtiye berde û serokê şaredariyê li wezîfeya xwe bê vegerandin û divê dest ji sepanên ku tê wateya destwerdana li dijî mafê bijartin û hilbijartinê bê berdan.