Li hemû navçeyên Amedê tayinkirina qeyûm tê şermezarkirin 2024-06-03 22:59:00   AMED – Li hemû navçeyên Amedê bi meşên hatin lidarxistin, tayînkirina qeyûmê tayinî Şaredariya Colemêrgê hat kirin, hat şermezarkirin.   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Peyas a Amedê ji bo bertek nîşanê tayînkirina qeyûm bide ji avahiya xwe ya Peyasê heta Vîlayên Semta Dîclekentê meşek li dar xist. Di meşê de dirûşmeyên "Colemêrg ya me ye şaredarî ya me ye", "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Em li hemberî zextan serî natewînin" û "AKP dê hesabê bide gel" hatin berzkirin. Hevşaredarên Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, hevserokên DEM Partiyê yên Peyasê û gelek kes tev li meşê bû.   Polîsan cih cih xwest partiyiyan asteng bike, lê girseyê tevî dorpêça polîsan jî meşa xwe berdewam kirin û polîtîkayên qeyûm şermezar kirin. Li derdorê jî gel bi çepik û wesayîtan jî bi lêdana qorneyan piştgiriya girseyê kirin.   REZAN   Girseya ku di nav wan de Hevşaredara navçeya Rezanê Leyla Ayaz, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray û endamên partiyê jî hebûn li dijî tayînkirina qeyûman ji kêleka Girtîgeha Tîp a E ya Rezanê  heta Hatboyûyê meşiyan. Girseyê dirûşmên “Colemerg ya me ye şaredarî ya me ye”, “Bijî berxwedana gele kurd” hwd. berz kirin. Di tevahiya meşê de welatiyan li çepikan gerandin û ajokaran jî ji bo piştgiriyê li qornê xistin. Hevserokan ku esnafên Hatboyu ziyaret kirin gel vexwendin çalakiya rûniştinê ku dê her roj saet di 17:00 de li ber şaredariyan li dijî xespa vîna gel bê lidarxistin kirin.   SÛR   Li Navçeya Sûrê ya Amedê gel ji bo bertek nîşanê tayînkirina qeyûm ya li Şaredariya Colemêrg'e bide meşiyan. Girse ji avahiya navçeya Sûrê dest bi meşê kir û heta ber deriyê Mêrdînê meşiyan. Gel jî daket kolanan û piştgiriya partiyiyan kir. Dikandar û rêwiyên ku girse dîtin bi çepik û dirûşmeyan piştgirî dan meşê. Wesayîtên derbasbûyî ji bo piştgiriya girseyê li qorneyan xistin. Tevî astengiya polîsan jî girseyê bi vîneke mezin bi dirûşmeyan meşa xwe berdewam kir.   Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana gel", "Colemêrg a me ye Şaredarî ya me ye", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Zext nikarin me asteng bikin" hatin berzkirin. Piştî meşê girse li avahiya navçeyê kom bû û belav bû.   BAJARÊ NÛ   Li Navçeya Partiya DEM'ê ya Bajara Nû jî partiyiyan xwest meş li dar bixe, lê çalakiya wan ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, Hevşaredarên Bajara Nû, endamên meclîsa şaredariyê û welatiyan piştgirî dan çalakiyê û bi dirûşmeyên "Colemêrg a me ye şaredarî ya me ye" astengiya polîsan şermezar kirin.   Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn li vir daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku xebatên partiya wan ên siyasî tên astengkirin. Şahîn, bertek nîşanî dorpêça avahiya partiya wan da û wiha got: "Hûn vê dorpêçê li dijî kesên ku welat talan kirine nagirin. Em mafên xwe yên bi Destûra Bingehîn hatine mîsogerkirin bi kar tînin. Yên zilmê li vî gelî bikin dê bên darizandin. Em tu carî dev ji siyaseta demokratîk bernadin. Em weke kurd û gelên Tirkiyeyê zîhniyeta qeyûm protesto dikin.”   Piştî axaftina Şahîn, girseyê dorpêça polîsan bi tilîlî û çepikan protesto kir.   BISMIL   Li navçeya Bismilê ya Amedê jî bi armanca şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û tayînkirina qeyûm li şaredariya Bismilê çalakiya nobedê hat destpêkirin. Hevşaredarên Bismilê Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikulu, Hevşaredarên DBP'ê yên Navçeya Bismilê, Hevşaredarên DEM'ê yên Bismilê, gelek endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên partiyê beşdarî nobedê bûn. Hevserokê Navçeya DEM’ê yê Bismilê Mûstafa Kûrt bang li gelê Bismilê kir, got ku weke hilbijartinên 31’ê Adarê her kes vîna xwe biparêze. Kûrt ku xwest hemû gelê Bismilê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya sibê saet di 17:00 de li Şaredariya Bismilê bê dayîn, diyar kir ku ew ê li Şaredariya Bismilê bi gel re dest bi çalakiya nobedê ya bêdem bikin.