Ji 28 baroyan daxuyaniya ji bo Colemêrgê: Xwedîderketina li vîna hilbijêran peywira her kesî ye 2024-06-03 19:48:54 NAVENDA NÛÇEYAN – 28 baroyan der barê desteserkirina vînê ya li Colemêrgê de daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: "Di pergala demokratîk de parastina demokrasiyê, rêzgirtin û parastina vîna hilbijêran erka her kesî ye."   28 baroyan li dijî desteserkirina vînê ya li Colemêrgê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hevşaredarê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Siddik Akiş di hilbijartinên 31’ê Adarê de şaredariya Colemêrgê bi dest xistiye û mazbataya xwe wergirtiye û wiha hat gotin: “Îro Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, li Wanê bi h8inceta lêpirsîneke Serdzogeriya Komarê ya Colemêrgê hat binçavkirin û avahiya Şaredariya Colemêrgê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin."    ‘XWEDÎDERKETINA LI VÎNA HILBIJÊRAN PEYWIRA HER KESÎ YE'   Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dema ku ev diqewimîn Wezareta Karên Navxweyî bi hinceta dosyeya darizandinê û pêvajoya binçavkirinê ji raya giştî re ragihand ku Waliyê Colemêrgê wekî qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hatiye kirin. Di van demên dawîn de li welatê me mijara herî pêwîst sazkirina norm û nirxên gerdûnî û asayîbûnê ye. Ji bo vê jî şert û merc hebûna rêveberiyeke wekhev, azadîxwaz, adil û aştiyane ye. Bi biryara tayînkirina qeyûman re, mudaxile li mafê dengdayîn û hilbijartina bi rêya hilbijartinên azad ku bingeha demokrasî û serweriya hiqûqê ye, hat kirin. Em careke din bi bîr tînin ku; şertê yekem û pêwîst ê demokrasiyê, naskirina îradeya hilbijêran e. Parastina demokrasiyê, rêzgirtin û parastina vîna hilbijêran di nîzameke demokratîk de erka her kesî ye. Di vê çarçoveyê de em bang li desthilata siyasî dikin ku dest ji tayînkirina qeyûman berde û şaredarê ku hatiye hilbijartin ji nû ve vegere ser karê xwe."    BAROYÊN KU DAXUYANÎ DANE     Baroyên ku daxuyanî dan ev in: “Baroya Edeneyê, Baroya Semsûrê, Baroya Agirî, Baroya Enqereyê, Serokê Baroya Antalyayê, Baroya Êlihê, Baroya Çewlîgê, Baroya Bedlîsê, Serokê Baroya Boluyê Serokê Baroya Burdur, Baroya Bursayê, Serokê Baroya Çanakkale, Serokê Baroya Çankiriyê, Baroya Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Îdir, Baroya Isparta, Baroya Îzmîrê, Baroya Qers, Baroya Kocaeliyê, Baroya Mêrdînê. , Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê, Baroya Dêrsimê, Baroya Wanê, Baroya Zonguldakê.”