Colemêrgî: Em ê li dijî bêhiqûqiyê bêdeng nemînin 2024-06-03 15:08:36   COLEMÊRG - Colemêrgiyan anî ziman ku bi tayînkirina qeyûm a şaredariyê darbe li vîna wan hatiye kirin û bi gotina “Em ê heta dawiyê ax, ziman û çanda xwe biparêzin û ji bo vê têkoşîna xwe bidomînin” banga piştevaniyê kir.    Mehmet Siddik Akiş ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de li Colemêrgê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi rêjeya ji sedî 48.92 weke hevşaredar hate hilbijartin, îro di saetên serê sibê de li Wanê hate binçavkirin. Piştî ku Akiş hate binçavkirin şaredarî hate dorpêçkirin. Wezareta Karên Hundir aşkere kir ku Akiş “weke tedbîra derbasdar ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hatiye dûrxistin” û şûna wî Walî Alî Çelîk weke qeyûm tayîn kir.    Bertekên têkildarî biryara qeyûman û binçavkirinan didomin. Colemêrgiyan têkildarî tayînkirina qeyûm ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.   BANGA ÎSTÎFAYÊ LI KURDÊN AKP’Î KIR     Fatma Tûran diyar kir ku rewşa cezakirinê ya di nava mehekê de li dijî hilbijartiyên gelê kurd, li dijî gelê kurd heqaret e û destnîşan kir ku binçavkirina Hevşaredar Akiş bêhiqûqî ye û tayînkirina qeyûman xespa vînê ye.    Tûran a got “Êdî bes e” wiha domand: “Divê herkes dest bi de destê hev û bertekê nîşanî vê rewşê bide. Divê gelê kurd li dijî vê helwestê yekitiya xwe pêk bîne. Li dijî xespa vînê divê kurdên li gel AKP’ê demildest îstîfa bikin û li cem gelê xwe yê mafdar bin. Ev polîtîkayên zilmê dê heta kengî bidomin. Em ê teqez li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin û bila kes jî bêdeng nemîne.”   ‘ÊDÎ BES E KÊR GIHIŞTIYE HESTÎ’     Yek ji welatiyan Leşker Tarhan jî anî ziman ku tişta hatiye kirin “darbeya” li dijî vîna gelê kurd e û diyar kir ku di hilbijartinan de gel dersek da qeyûman û AKP’ê û Mehmet Siddik Akiş weke vîna xwe hilbijart. Tarhan, destnîşan kir ku tayînkirina qeyûm tê wateya “nasnekirina” vîna gelê kurd û beşên demokratîk û wiha got: “AKP’ê bi vir û derewan vîna vî gelî xesp kir û vîna gelê kurd binpê kir. Divê hemû gelê Colemêrgê li dijî vê helwestê bêdeng nemîne û xwedî li vîna xwe derkeve. Divê em xwedî li şaredariya xwe ya bi dosyayê çêkirî hatiye xespkirin derkevin. Divê em hemû li dijî qeyûman derkevin û berteka xwe nîşan bidin. Êdî bes e. Heke em îro li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng bimînin dê qeyûm tayînî şaredariyên gelên ku alîgirên demokrasiyê ne bên kirin û hilbijartiyên wan dê bên girtin. Li dijî polîtîkayên qeyûman ên AKP’ê kêr gihiştiye hestî.”   ‘XESPEKE HATIYE PLANKIRÎ YE’    Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût jî diyar kir ku tayînkirina qeyûman encama polîtîkayên “dijminatiyê” yên li dijî gelê kurd in û got: “Em bi feraseta qeyûman re rûbirû ne. Bi destê qeyûman hewl tê dayîn vîna gelê kurd, çand, ziman û hafizaya wî ji holê were rakirin. Tayînkirina qeyûm bi temamî rewşeke ku beriya hilbijartinê hatiye plankirin e. Hêrsa me dê her tim bibe bersiva li qadên têkoşînê. Vîna vî gelî wiha hêsan nikare were teslîmgirtin û tunehesibandin. Em li dijî vê xespê bang li herkesê dikin ku bi hev re têbikoşin.”   TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME    Yasîn Demîr anî ziman ku tayînkirina qeyûm, polîtîkaya qebûlnekirin û tune hesibandinê ye û wiha pê de çû: “Em teqez vê rewşê qebûl nakin û ya ji destê me tê em ê bikin. Yên ku îro qeyûm tayîn dikin ewên ku dijminatiya gelê kurd dikin e. Divê herkes bertekê nîşanî vê rewşê bide û li ber xwe bide. Ya ku li gelê Colemêrgê hatiye kirin eybeke mezin e. Em ê heta dawiyê axa xwe, zimanê xwe û çanda xwe biparêzin û ji bo vê yekê têbikoşin.”   KUMPASA LI DIJÎ VÎNA GELÊ KURD E     Mahmût Dûran, bi lêv kir ku Colemêrgê ji berê ve li dijî partiyên pergalê serî netewandiye û têkoşîna xwe didomîne, ji ber vê yekê qeyûm ewilî tayînî Colemêrgê hate kirin û got: “Gelê Colemêrgê tevî hemû polîtîkayên qirêj ên di hilbijartinê de xwedî li vîna xwe derket. Ji ber ku AKP li her qada Tirkiyeyê ber bi tinebûnê ve diçe, hewl dide vîna gelê kurd tine bihesibîne û wezîfedarên wî yên hilbijartî ji nedîtî ve were û bênefes û bêparastin bihêle. Ev kumpaseke li dijî gelê kurd e. Heke bi sedan caran qeyûm were tayînkirin jî hûn nikarin gelê kurd bisekinînin. Dilê gelê kurd nikare dîl were girtin. Ez bang li AKP’ê dikim, ka hûn alîgirên demokrasiyê bûn? Çi bû ku hûn di rojekê de bûn dijberên demokrasiyê. Demokrasî tenê ji bo kurdan nîne. AKP ji bo ji feraseta demokratîk a rast a vê partiyê ditirse qeyûman tayîn dike. Lê hemû kumpasên we dê vala derkevin.”   DARBE Û XESP E   Endamê Meclisa Şaredariya Colemêrgê yê DEM Partiyî Nûrettîn Korkmaz anî ziman ku vê polîtîkaya AKP’ê bi tu awayî qebûl nakin û got: “AKP’ê weke 8 sal in careke din vîna gelê Colemêrgê nas nekir. Divê gelê kurd ê birûmet, hemû beşên alîgirên demokrasiyê ne vê rewşê qebûl nekin. Kesên ku alîgirên demokrasî, aştî, wekhevî û azadiyê ne li dijî vê darbeyê dengê xwe derxîne. Xespa îro li gelê kurd hatiye kirin sibê dê li gelên Tirkiyeyê were kirin. Ji bo ku ev xest bandorê li şaredariyên din neke divê herkes helwestê nîşan bide. Ev bi awayekî zelal û aşkere darbe û xesp e.”