CHP’iyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan: Biryarekî siyasî ye 2024-06-03 12:19:11   ENQERE - Parlamenterên CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dan û diyar kirin ku biryarekî siyasî ye.    Hevşaredarê Colemêrgê yê DEM Partiyî Mehmet Siddik Akiş ji hêla Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hate girtin û li şûna wî Waliyê Colemêrgê Alî Çelîk weke qeyûm hate tayînkirin.  Parlamenterên CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan.    ‘BIRYAREKE SIYASÎ YE’   Parlamenterê CHP’ê Mahmût Tanal li ser hesaba xwe ya X’ê (Twîtter) bertek nîşan da û got ku biryareke hiqûqî nîne. Tanal, wiha got: “Bi temamî biryarekî siyasî ye. Li holê tu biryarên girtinê tune ne. Dozeke Hevşaredarê Colemêrgê Akiş a didome heye. Dê doz di 5’ê hezîrana 2024’an de bihata lidarxistin. Vaye ev biryar, ji bo wê ye ku bandorê li şandeya dadgehê û darizandinê bikin. Bi vê hemleya behsa xeberê re dixwazin bandorê li biryara dadgehê bikin. Hûn dibêjin ‘ji bo hilbijartina şaredariyê tu astengî nînin.’ Di encama hilbijartinê rûdine ser kursiya şaredartiyê. Piştre jî hûn radibin û bûyerên di dema berê de rêz dikin û biryara girtina ji peywirê didin. Ev yek derhiqûqtî ye, hemleyeke siyasî ye.”    PARVEKIRINA BEKAROGLÛ   Parlamenterê CHP’ê Mehmet Bekaroglû jî wiha bertek nîşan da: “Wiha nekin, vê nekin, vî welatî, vî gelî ji hev cuda nekin! Nizanim, belkî jî Serok sûcek kiribe; dadgeh dê biryara vê bide. (A rast biryarên têkildarî DEM Partiyiyan ji bo pêbawer nayên..) Heke biryara girtinê teqez bibe, wê demê endamên meclisa şaredariyê yên hilbijartî dê Serokê nû hilbijêre. Çima ev prosedûra asayî dema mijar dibe kurd nakeve meriyetê? Hûn, hûn ev kesên vî karî dikin, hûn kî ne û çi dikin?”