Li Colemêrgê vîna gel hate xespkirin: Qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin 2024-06-03 10:32:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir a hevşaredarê ku colemêrgiyan hilbijartibû ji wezîfeyê dûr xist, aşkere kir ku qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin.    Mehmet Siddik Akiş ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de li Colemêrgê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi rêjeya ji sedî 48.92 weke hevşaredar hate hilbijartin, îro di saetên serê sibê de li Wanê hate binçavkirin. Piştî ku Akiş hate binçavkirin şaredarî hate dorpêçkirin.    Wezareta Karên Hundir aşkere kir ku Akiş ji wezîfeyê hatiye dûrxistin û şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin. Di daxuyaniya li ser hesaba medyaya dîjîtal a wezaretê hate parvekirin de hate diyarkirin ku derbarê Akiş de bi îdiayên “rêvebirina rêxistinê” , “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” bi hejmara 2014/173 li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê dosyayek heye. Hate ragihandin ku darizandina behsa wê tê kirin didome.    Her wiha hate diyarkirin ku derbarê Akiş de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîneke nû heye û Akiş di vê çarçoveyê de hatiye binçavkirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Akiş “weke tedbîra derbasdar ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.”    Şûna Akiş Walî Alî Çelîk weke qeyûm hate tayînkirin.