Parêzerê Hevşaredar Akiş ê di bin çavan de: Lêpirsîneke veşartî heye 2024-06-03 10:30:33   COLEMÊRG - Parêzerê Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê hate binçavkirin Azad Ozer, ev agahî parve kirin: “Lêpirsîneke nû heye. Li ser dosyayê biryara veşartî heye.”   Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di saetên serê sibê de li Wanê hate binçavkirin. Parêzerê Akiş, Azad Ozer têkildarî rewşa muwekîlê xwe di saetên serê sibê de bi dozgeriyê re hevdîtin kir.    Parêzer Ozer ê têkildarî mijarê agahî dan MA’yê wiha got: “Lêpirsîneke nû ya derbarê muwekîlê min de hatiye destpêkirin heye. Tê dîtin ku ev lêpirsîn bi temamî veşartî tê birêvebirin. An ku tê dîtin ku dozger û hêzên ewlehiyê ev dosya bi awayekî aşkere bi hev re amade kirine. Em têkildarî dosyayê de negihiştin tu agahiyan û ji me re hate gotin ku lêpirsîneke nû hatiye destpêkirin. Muwekîlê min tînin vê derê. Em ê di nava rojê de agahiyên pêwîst parve bikin.”