‘Xweşî û aramî bi şer nabe, daxwazên girtiyan qebûl bikin’ 2024-06-03 09:01:15 ŞIRNEX - Dayika Kumrî Tokay a ku 190 roj in ji bo girtiyan di çalakiyê de ye, bêdengiya heyî rexne kir û ev bang kir: "Xweşî û aramî bi xwîn rijandinê çênabe. Daxwazên girtiyan pêk bînin."    Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyan piştî 15’ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin û bi çalakiya boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, malbatan û dadgehê çalakiya xwe di 190 roj in didomînin.   Girtiya bi navê Kumrî Tokay a ku li Girtîgeha Jinan a Bûnyana Kayseriyê girtî ye, ji bo azadiya Ocalan û bidawîkirina zextên li ser girtiyan di çalakiyê de ye. Dayika wê Ayşe Tokay bang kir ku her kes xwedî li daxwazên girtiyan derbikeve.    'HER KES BÊDENG E'   Ayşe Tokay diyar kir ku heke her kesî piştgirî bida daxwazên girtiyan dê pirsgirêkên Tirkiyeyê jî çareser bibûna û wiha got: “Ev ji mehekê bêtire zarokên me di çalakiyê de ne. Rewşa wan ne ti rewş e. Tevî ku çalakî didome jî her kes bêdeng e. Ev ne tenê zarokên me ne yê me hemûyan e. Divê ku her kes destê xwe dane ser wîjdana xwe û xwedî li vê çalakiyê derbikeve û rabin ser piyan. Dema ku ez herî dawî bi keça xwe re axivîm ji min re got, ‘xwedî li me derbikevin'. Girtiyên nexweş hene, rewşa wan nebaş e. Wan çawa ku di nava çar diwaran de dest bi çalakiyê kirine em jî li her derê di çalakiyan de bin. Bi çalakiyên xwe piştgiriyê bidin wan. Lê ji ber bêdengiyê kesek dengê wan nabihîze. Heke ku her kes weke girtîgehan rabûya ser pêya niha ji vê pirsgirêkê re çareserî hatibû dîtin. Birêz Abdullah Ocalan ne tenê serokê girtiyan e serokê tevahiya gelê kurd e. Em jî dixwazin ku ev tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe û êdî mirin çênebin. Daxwazên girtiyan pêk bînin."    'EM ŞER NAXWAZIN Û LI DIJÎ TECRÎDÊ NE'   Tokay bêdengiya li hemberî çalakiya ku di girtîgehan de hatiye destpêkirin rexne kir û got: “Zarokên me dibêjin heta ku daxwazên me pêk neyên em ê dev ji vê çalakiyê bernedin. Meh derbas bibin, sal derbas bibin jî zarokên me dev ji çalakiya xwe bernadin. Heta ku encam bigirin dê bidome. Divê her kes guhê xwe ji qêrîn û daxwaza girtiyan re veke. Roj bi roj ev tecrîd giran dibe bidawîkirina tecrîdê jî ne tenê li ser milê girtiyan e. Divê ku kesên ku ji derve jî xwe ji vê berpirsyar bibinin û ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin. Heta ku tecrîd neyê rakirin ev şer wê dijwartir bibe. Em ji ber wê jî dibêjin dawî li vê tecrîdê bînin. Em ji ber ku şer naxwazin em li dijî tecrîdê disekinin. Ev şer şereke qirêj e. Em naxwazin ku xwîn birêje, em naxwazin ku dilê ti dayikan bişewite. Em çareseriyê dixwazin. Şev û roj çav û guhê me li girtîgehan e. Ez mereq dikim dibêjim ka niha çi dikin û di bin kîjan şert û mercan de dijîn. Ew xwarina ku em dixwin di qirika me de dimîne. Bi şev û roj em hêsiran dibarînin.”   ' TIŞTA JI ME RE PÊWÎST HESTIYARÎ Û BERPIRSYARÎ YE'   Tokay banga hestiyariyê li her kesî kir û xwest ku her kes bikeve di nava liv û tevgerê û got: "Em naxwazin ku zarokên me bimirin. Barê ku niha li ser milê wan giran e. Divê ku em ji derve bi çalakiyên xwe û têkoşînê wî barê wan sivik bikin. Tenê tişta ku ji me re pêwîst hestiyarî û berpirsyarî ye. Divê ku birêz Ocalan êdî bê berdan. Tirkiye noqî avê dibe. Heke ku aramiyê bixwazin bila deriyên İmraliyê vekin. Xweşî û aramî bi xwîn rijandinê çênabe. Daxwaza min ji dayikan ew e ku mil bidin milê me û em bi hev re milê xwe bidin girtiyan û barê wan sivik bikin."     MA / Zeynep Durgut