ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-03 09:00:06   * Dayika Kumrî Tokay a ku 190 roj in ji bo girtiyan di çalakiyê de ye, bêdengiya heyî rexne kir û ev bang kir: "Xweşî û aramî bi xwîn rijandinê çênabe. Daxwazên girtiyan pêk bînin."    * Dikandarek li Wanê kelûpelên kevn difiroşe. Ew bêtir li ser krediyê ango bi senede firotinê dike. Dikandar got ku hin welatî ji bo deynê karta xwe ya kredî û kirêya xwe bidin, kelûpelên xwe difiroşin.    * Fettah Erden di sala 1994’an de li Basayê tê binçavkirin û piştre tê windakirin û carek din xeber jê nayê girtin. Lêpirsîna ku têkildarî windakirina Erden de hat destpêkirin, bi parastina “min nebihîstiye û nayê bîra min” der barê leşkeran de bi biryara neşopandinê bi encam bû.    * Geşedanên têkildarî serdegirtina polîsan a Şaredariya Colemêrgê dê bên şopandin.    * Platforma Xurekê ku sendîka û komeleyan ava kiriye têkildarî enflasyona xurekê dê li Odeya Endezyarên Xurekê ya TMMOB’ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)    * Malbatên girtiyan dê li gelek bajaran çalakiyên “Deng bide azadiyê” bidomînin. (14.00)    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li Enqereyê dê berdewam bike. (15.00)    * Di çarçoveya 6’emîn Rojên Ma Musîcê de dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hin aktîvîte bên lidarxistin. (18.30)    * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê tev li bîranîna Savaş Bûldan a li Stenbolê bibe. (13.00) ZINDÎ