Ji DEM Partiyê daxuyaniya Colemêrgê: Em herkesê vedixwînin ku li dijî feraseta darbekar helwestê bigirin 2024-06-03 08:44:51   NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê bertek nîşanî serdegirtina polîsan a Şaredariya Colemêrgê da û bang kir ku herkes li dijî feraseta qeyûm û darbekar helwestê bigire.    Polîsên ku duh bi şev Şaredariya Colemêrgê dorpêçkirin, di saetên serê sibê de bi ser şaredariyê de girtin. Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş li Wanê hate binçavkirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyanî da bang li herkesên alîgirên demokrasiyê ne kir ku li dijî vê darbeyê helwesteke aşkere bigirin.    GEFA LI DIJÎ VÎNA GEL   DEM Partiyê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Desthilata ku her carê li dijî vîna gel têk diçe, serî li xespa vînê û darbekariyê ya ku rêya wê ya herî baş e da. Îro serê sibê Hevşaredarê me yê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş li Wanê hate binçavkirin, şaredariya me bi darê zorê yê polîsan hate xespkirin. Em vê feraseta qeyûmkar qebûl nakin. Gelê me di 31’ê Adarê de bi rêyên demokratîk aşkere kir ku vê feraseta qeyûmkar nas nake. Ev feraseta qeyûmkar û darbekar ne tenê gefeke li dijî Colemêrgê ye gefeke li dijî hemû gelên Tirkiyeyê ye. Gelê me dê bertekên xwe di asta herî jor de nîşan bide. Em bang li bang li herkesên alîgirên demokrasiyê ne dikin ku li dijî vê darbeyê helwesteke aşkere bigirin.”