Di tûrnûvaya Gulistan Dokû de tîma Generalên Biçûk bi ser ket 2024-06-02 21:19:42 AMED - Di roja 2’yemîn a Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû de 8 tîm hatin hemberî hev. Tîma Generalên Biçûk, tîma Xwendekarên Azad têk bir.   Tûrnûvaya Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser navê xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ku di 5’ê çileya 2020’an de li Dêrsimê hat windakirin û hê jî nehatiye dîtin, di roja duyemîn de li Tesîsên Werzîşê ya Seyrantepeya Amedê didome. Tûrnûvaya ku bi kampanyaya “Li dijî şerê taybet berxwedaneke bi heybet” bi dirûşmeya “Lêxe/Ciwan li sehayê ne” tê lidarxistin, rastî eleqeyeke mezin tê. Di sehaya ku maç têde tên lîstin pankartên “Dem dema jin jiyan azadiyê ye”, “Em dengê Gulistanê, pêşengên tekoşînê ne” hatin daliqandin.    GENERALÊN BIÇÛK BI SER KETIN    Îro jî di çarçoveya tûrnûvayê de 8 tîm hatin hemberî hev û ji bo serkeftinê lîstin. Tîma Generalên Biçûk a xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê û tîma Xwendekarên Azad a xwendekarên zanîngehê jî hatin hemberî hev. Tîma Generalên Biçûk bi pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” derket sehayê. Tîma Generalên Biçûk, tîma Xwendekarên Azad bi 12-6 têk bir.