Di avahiya hilweşiyayî de kesek mir, 8 kes birîndar bûn 2024-06-02 13:51:13   STENBOL - Li Kuçukçekmeceyê avahiyeke 3 qat hilweşiya. Ji 9 kesên di bin kavilan de mayîn yekî jê jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.    Avahiyeke 3 qat a li ser Cadeya Belediyeyê ya li taxa Kartaltepe ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê îro di danê sibehê saet di 08.45’ê de ji ber sedemeke nediyar hilweşiya. Piştî bûyerê gelek komên agirkujiyê û tenduristiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin.    Waliyê Stenbolê Davut Gul hate cihê bûyerê û got ku bi giştî 9 kes di bin kavilan de mane û 2 jê giran 9 kes birîndar bûne. Gul, da zanîn ku ji bo 2 kesan xebatên lêgerîn-rizgarkirinê didomin.    Li gorî daxuyaniya dawî ya Walîtiya Stenbolê, cenazeyê kesekî ji nava kavilan hate derxistin û yek jî bi birîndarî hate xelaskirin.    Têkildarî lêkolîna cihê bûyerê 3 dozgerên komarê hatin peywirdarkirin.    ‘QATA QAÇAX HAT AVAKIRIN Û XÎZÊ BEHRÊ HAT BIKARANÎN’    Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mehmet Ozhasekî jî got ku qatek û nîv a qaçax li bînayê hatiye zêdekirin, di dema çêkirinê de xîzê behrê hatiye bikaranîn.