Hevşaredarên DEM Partiyî civiyan: Xizmetên şaredariyê tên astengkirin 2024-06-02 13:02:20 AMED - Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî li Amedê beriya civîna bi hevşaredaran re de axivî û got ku bi biryara “tevdîrên teserûfê” re rê li ber şaredariyan tê girtin ku xizmetê bikin.  Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Amedê civiyan. Civîn, li Navenda Çand û Kongreyan a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Cîgirê Hevserokê ji Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî beriya civînê daxuyanî da.    ‘QEYÛMAN PÊŞEROJA GEL DIZÎN’   Tîryakî bal kişand ser encama hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê Adarê û wiha got: “Gel, siyaseta qeyûman qebûl nekir. Dema me şaredarî bi dest xistin, me dît ku ne tenê îradeya gel, her wiha îro û pêşeroja gel, çavkaniyên gel jî hatine dizîn. Ne tenê salek, du sal, 10 salan jî tevahiya dahatên şaredariyê bên dayîn jî deynên şaredariyan xelas nabin. Şaredariyên me bi temamî hatine talankirin. Hema hema tevahiya neguhêzbarên şaredariyan hatine firotin. Tenê ji bo ku şaredariyên me nekarin bixebitin û ji bo berê gel û şaredariyan bidin hev, di demekî kin beriya hilbijartinê bi hezaran kes girtine şaredariyan. Pir kêmek wesayîtên şaredariyan hebûn û ev jî pêşkeşî saziyên cuda hatine kirin, xebatkarên şaredariyên li saziyên cuda hatine peywirdarkirin lê mûçeyê wan şaredarî dide. Wesayîtên heyî jê sexbêra wan nehatiye kirin, nehatine çêkirin û veguherîne xurdeyan. Zîhniyeta qeyûmparêz, şaredarî talan kirine. Ne tenê îro, sibêya vî gelî jî dizîne.”    ‘EM Ê PIRSGIRÊKÊN XWE ÇARESER BIKIN, BILA ÎKTÎDAR NEBE ASTENG NEKE’    Tîryakî, da zanîn ku walî û qeymeqaman şaredarî talan kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî van texrîbatan jî em ê pirsgirêkên bajarên me qezenc kirine çareser bikin. Piştrast bin ku em ê hemû pirsgirêkên we çareser bikikn. Hema bes bila îktîdar nebe astengî, em ê çareser bikin. Dizanim ku Wezîrê Xizîne û Darayî ji bo çendek milyar dolaran, ji bo dîtina kredî û pereyê germ welat bi welat digere. Hewl dide ji bo welat çavkaniyan peyda bike. Heke ev îktîdara siyasî nebe asteng, em ê binesaziya bajarên xwe bi metro û pergala birey nû bikin, pirsgirêka ava paqij çareser bikin, bajarên xwedî plan ava bikin, hemû pirsgirêkên navçe û bajaran çareser bikin. Hevaşerdarên me bênavber dixebitin. Li welat û derveyî welat hevdîtinan dikin. Hewl didin krediyên bi taksîtên domdirêj peyda bikin. Yek ji rojeva herî girîng a hemû hevalên me ev e. Haya me ji pirsgirêkên bajar, navçe û bajarokên me heye. Em dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin. Em dikarin ji bo hemû şaredariyên me çavkaniyan peyda bikin. Bes bila îktîdar nebe astengî û projeyên me asteng neke. Bila ji bo serlêdan û çavkaniyên em peyda dikin bibe kefîl.”    TEVDÎRÊN TESERÛFÊ   Têkildarî tevdîrên teserûfê jî Tîryakî ev tişt anî ziman: “Bêguman em piştgiriyê didin teserûfên di cemaweriyê de. Pirsgirêk ew e ku dema ev biryarên tevdîrê dayîn, bêyî ku rewşa rêveberiyên herêmî bifikirin dane. Heke ev biryar bikevin meriyetê - me di nava du mehan de bi awayekî şênber dît - dê şaredarî nekarin tu xizmetan bikin. Dê saziyên cemaweriyê nekarin di nava 3 salan de tu avahiyên xizmetê bikirin, kirê bikin, ava bikin û nekarin erd jî bikirin. Yek ji biryaran jî ev bû. Bi hinceta vê biryarê, destûrê nadin ku şaredariyên me tu înşaetan çêbikin. Em projeyên xwe amade dikin û ji wezaretê re dişînin lê bi hinceta tevdîrên teserûfê tên astengkirin. Dê di nava 3 salan de tu kes nekare tu wesayîtan bikire. Di nava van wesayîtan de tevdîrên ewqas giştî girtine ku dê şaredarî nekarin wesayîtên bi awayekî lezgîn hewce dikin jî bikirin. Wesayîtên veguhestinê yên bi rêya wergirtina xizmetê hatine girtin, heta ku peyman nebe şaredarî nikarin kirê jî bikin. Bawer bikin ku li gorî me kirêkirina wesayîtan rast nîne. Divê her wesayît aydê şaredariyê be. Lê şaredarî xistine rewşekî wisa ku heta wesayîtan kirê nekin nikarin bixebitin.”    Bi domdarî Tîryakî diyar kir ku burokratên şaredariyê tenê êdî dema diçin malê û tên şaredariyê dikarin wesayîta şaredariyê bi kar bînin û wiha bi dawî kir: “Di vê mijarê de pirsgirêk tune ye. Partiya me ne partiya dildarên wesayîtên meqamê ye. Daxwazeke wiha ya tu hevalên me nîne. Mesele ne wesayîta meqamê ye. Em ê di mijara wesayîta meqamê de tişta dikeve ser milê me bikin. Tenê di nava pêvajoya du mehan de bi qasî ku di serdema qeyûman de nehatiye kirin, lêçûnên sotemeniyê kêm bûne. Dê rojname-kovar neyên girtîn û xebatên çandî-hunerî bên bisînorkirin. Lê pêdiviya gelê me bi bêhnstandinê heye. Di bin avên tevdîrên teserûfê de tiştekî rast nîne ku xebatên çandî-hunerî bên astengkirin.    DÊ BI WEZARETAN RE HEVDÎTIN BÊN KIRIN   Di demên pêş de em ê têkildarî tevdîrên teserûfê ku nahêlin şaredarî xizmetê bikin, bi wezaretan re hevdîtinan bikin. Em ê hewl bidin pirsgirêkên heyî çareser bikin.”