Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê ji Meclisê daxwaza şandeyekê kirin 2024-06-02 12:44:21   ÎZMÎR - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklarê tên ragirtin ji bo binpêkirinên mafan di cih de bên lêkolînkirin ji Meclisê daxwaza şandeyekê kirin.    Habat Demîr ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklar a Bûcayê tê ragirtin diyar kir ku bi awayekî keyfî bi ser qawişên wan de tê girtin, tiştên wan diavêjin çopî, hevalekî wan wergirtiye bloka ku DAIŞ’î lê ne û xwest ku ji bo binpêkirinên mafan ên li dijî wan tên kirin di cih de tespît bikin ji Meclisê şandeyeke çavdêriyê biçe girtîgehê. Demîr ê bi nameyekê tiştên qewimîn ji parêzerê xwe Sîdal Bayrak re vegot, ragihand ku di demên dawî de pêkanînên tecrîdê û keyfî di asta herî jor de ne. Demîr di nameya xwe de wiha got: “Roja înê ya derbasbûyî di bin navê lêgerînê de ketin odeya me û ser û bin kirin. Du saetan lêgerîn kirin. Nêzîkatiyên provokasyonê kirin. Dest danîn ser kovarên me. Nivînên me bi hinceta dê di X-Rayê re derbas bikin birin. Bi kaşkirina erdê re anîn. Tiştên me yên weke betanî, çarşef û hwd. kom kirin û avêtin çopî û bi gotina ‘we zirar daye malê cemaweriyê’ gef li me xwarin. Em bi van binpêkirinan û gelek binpêkirinên din re rû bi rû ne.”   ‘DAXWAZÊN ME YÊN HEVDÎTINÊ NAYÊN BICIHANÎN’    Demîr, bi lêv kir ku ji dozgerê girtîgehê ji bo binpêkirinên pê re rûbirû dimînin daxwaza serlêdanê kirin lê daxwaza wan nehate qebûlkirin û di nameya xwe de tiştên qewimîn wiha vegotin: “Hevdîtinên ku em dixwazin bi midûrê yekemîn ê girtîgehê re bikin jî nayên qebûlkirin. Giliyên me her tim tên redkirin û ji tu giliyan em encamê nagirin. Hevalê me Ayhan Azgin (60) bi sûcdariya ‘propagandaya rêxistinê’ careke din hate girtin û li Bloka C’yê ku DAIŞ’î û faşîst lê ne, tê ragirtin. Nameyên em dişînin tên desteserkirin û ragihandina dengê me ya derve tê astengkirin. Me ji bo şandeyeke ji Wezareta Dadê û Meclisê were li vir lêkolînan bike serlêdan kir lê hêj bersivek ji me re nehatiye dayîn.”