Melîk û Ayyildiz li ser gora xwe hatin bibîranîn 2024-06-02 12:02:25   RIHA - Siyasetmedarê kurd Muhsîn Melîk û hevalê wî Mehmet Ayyildiz di 30'emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn.    Siyasetmedarê kurd Muhsîn Melîk û hevalê wî Mehmet Ayyildiz ku di 2’yê hezîrana 1994’an de li Rihayê di encama êrişa çekdarî de hatibûn qetilkirin, di 30’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gorên xwe yên li Goristana Harran Kapi ya li navçeya Eyyubiyeyê hatin bibîranîn. Nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê, malbatên Melîk û Ayyildiz û gelek kes tev li bîranînê bûn.    'XWESTIN GEL BITEPISÎNIN’   Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû di bîranînê de axivî û bi bîr xist ku kesên Melîk û Ayyildiz qetil kirin nehatine darizandin û bal kişand ser polîtîkayên necezakirinê. Aîşeoglû, wiha domand: “Ji ber ku Muhsîn sembolek bû. Pêşengekî şoreşger ê gel bû. Di têkoşîna demokrasiyê de tu caran serî n netewand û bi van taybetiyên xwe bawerî û cisaret dida derdora xwe. Van taybetiyên wî jî tirs dixist nava dilê hêzên tarî. Xwestin bi kuştina wî çavê girseyê bitirsînin, gel bitepisînin û fikrên wî tune bikin. Lê belê îro bi hezaran kesên xwedî heman fikr û rêgezan niha li deştên Mezopotamyayê gihaştine.”    SANCAR: DIVÊ HEVRÛBÛNEK BI VAN BIRÎNÊN ‘REŞ’ BIBE    Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar jî got ku ji bo di salên 90’î de gelê kurd bê tepisandin û têkoşîna wan were lawazkirin, rewşenbîr û siyasetmedar hedef hatine girtin. Sancar, axaftina xwe wiha qedand: “Muhsîn Melek jî yek ji wan sembolên girîng bû. Lewma mîna bi hezaran kesan hedef hate girtin. Ev birînekî reş e. Heke daxwazeke me ya ji bo aştî û demokrasiyê hebe, divê em bi van birînan re hevrû bibin û van birînan bi edaletê derman bikin. Ji bo têkoşîna li dijî vê, hewcehî bi bidawîkirina polîtîkayên necezakirinê heye. Rêhevalên me yên weke Muhsîn Melîk, pêşengên pêşeroja ronî ne. Têkoşîna wan hêj niha jî rêya me ronî dike. Meşa di vê rêyê de didome û em ê meşa xwe berdewam bikin.”    Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser gorên Melîk û Ayyildiz û bîranîn bi dawî bû.