Li quntarên Herekolê cerdevan daran dibirin 2024-06-02 11:22:54   ŞIRNEX - Cerdevanan li quntarê çiyayê Herekolê yê li Sêrtê dest bi birîna daran kirin.    Li herêma Besta, Çiyayên Cûdî û Gabarê yên Şirnexê birîna daran û wêrankirina xwezayê ji aliyê cerdevanan ve di bin çavderiya leşkeran de hatibû destpêkirin. Vê carê jî cerdevanan li quntarê Çiyayê Herekolê yê li navçeya Dihê ya kevin a Sêrtê dimîne dest bi birîna daran kir. Tê dîtin ku bi hezaran darên ku nû hêşîn bûne tên birîn û li qadekê tên komkirin û piştre jî bi kamyonan tên veguhestin.