Li qursa Quranê tundî li zarokan hat kirin 2024-06-01 20:03:38   ŞIRNEX- Li gundê Uçok a Hezexê li Qursa Quranê ya Hafiziyê ya Selahattîn Eyubî ku aydê Weqfa Hayrat e, derket holê ku tundî li zarokan hatiye kirin.   Li navçeya Hezex a Şirnexê li gundê Uçok derket holê ku li Qursa Kuranê ya Hafiziyê ya Selahattîn Eyubî ku aydê Weqfa Hayrat e tundiya fîzîkî li zarokan hatiye kirin û birçî hatine hiştin. Ji zarokan yek çû qerekolê û îfade da. Li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Hezexê lêpirsîn da destpêkirin. Li ser vê Cahît Ozer û Mîkaîl Onguç hatin binçavkirin. Cahîz Ozer ji sûcê ‘ji qestî birîndarkirin’ hat girtin û Mîkaîl Onguç jî bi şerta kontrola edlî hat berdan.   Kursa Quranê ya mijara gotinê ji aliyê wezîrê karê hundir yê dema berê Suleyman Soylu ve hatibû vekirin.   Baroya Şirnexê der barê mijdarê de daxuyaniyek da û got li zarokan tundiya fîzîkî hatiye kirin û wiha got: “Demên dawî de di saziyên di bin navê weqfên wisa de faliyetê dimeşînin tundî zêde bûye tevî bi dehan carî di çapemeniyê de hatiye dîtin jî çareseriyek mayîn de nehatiye afirandin. Em vê tundiyê qebûl nakin. Em ê şopdarê pêvajoyê bin.”