Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 ferdên malbata Bulut bên dîtin 2024-06-01 13:52:58 STENBOL - Carek din Qada Galatasarayê bi bariyeran li Dayikên Şemiyê hat girtin. Dayikan li ber bariyeran daxuyanîd a û bang kirin ku faîlên Mustafa, Fahrî, Ramazan, Ekrem û Alî Bulut ên di sala 1994’an de li Licê di binçavan de hatin windakirin bên darizandin .   Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayên xwe bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 1001’an de li Qada Galatasarayê li hev civiyan. Qada ku hefteya bihûrî li Dayikên Şemiyê hatibû vekirin dîsa li ser daxwaza Walîtiya Stenbolê bi bariyerên polîsan hat girtin.    Dayikên Şemiyê li ber bariyeran wêneyên windayan û qerenfîlan hildan û daxuyanî dan. Dayikên Şemiyê xwestin kujer ango faîlên Mustafa, Fahrî, Ramazan, Ekrem û Alî Bulut ên ji heman malbatê di sala 1994’an de li navçeya Licê ya Amedê di binçavan de hatin windakirin bên darizandin .   ‘DEWLET WEZÎFE Û BERPIRSIYARIYA XWE NAYÎNE CIH’    Masîde Ocak a xwişka Hasan Ocak ê di binçavan de bi îşkenceyê hat kuştin daxuyanî da û diyar kir ku 1001 hefte ne ji bo ew der barê aqûbeta windayên xwe di binçavan de bi îşkenceyê hatin kuştin û windakirin hîn bibin li Qada Galatasarayê têkoşîna xwe didomînin û destnîşan kir ku dewlet di vî warî de wezîfe û berpirsiyariya xwe bîne cih. Ocak da zanîn ku 1001 hefte ne daxwaza wan edaletê bi awayek sîstematîk tê binpêkirin û ji bo ferdên malbata Bulut carek din bi daxwaza edaletê li qadê ne.    ÇÎROKA PÊNC PISMAMAN   Ocak bal kişand ser pêvajoya windakirina Mustafa, Fahrî, Ramazan, Ekrem û Alî Bulut ên di sala 1994’an de li navçeya Licê Amedê di binçavan de hatin windakirin û got: “Ferdên malbata Bulut ji mezraya Cûmarê ya bi ser günde Entaxa Licê ne. Leşkerên girêdayî Tûgaya Komandoya Bolûyê di 13’ê gulana 1994’an de bi ser mezrayê de girtin. Mal û axûrên gundiyan dan ber agir. Leşkeran nasnameyên zilamên gund kom kirin. Piştî kontrola nasnameyan, leşkeran Mustafa Bulut ê bavê du zarokan ku yek jê hê hatibû dinê bi giştî 6 gundiyan kirin binçavan. Leşkeran gotin, ‘em ê piştî sê saetan wan berdin’ û wan birin Dibistana Navîn a Şevînê ya Herêma Licê. Piştre her şeş gundî hatin berdan. Mustafa nehat berdan. Bavê wî Latîf Bulut ji bo li aqûbeta lawê xwe bipirse çû wê dibistana ku wek navenda darizandinê dihat bikaranîn. Lê leşkeran gef lê xwarin, wî daf dan û wî ji wir dûr kirin.”    YEK BI YEK HATIN WINDAKIRIN    Ocak diyar kir ku piştî agahî ji Mustafa Bulut nehat wergirtin, Fahrî Bulut ê ji heman malbatê çû Licê û vê carê ji wî jî agahî nehat girtin û wiha axivî: “Li ser vê yekê Ramazan ê 39 salî, Ekrem ê 38 salî û Alî yê 28 salî ku ferdên malbata Bulut in, ji bo li Mustafa û Fahrî bigerin di 17’ê gulana 1994’an de derketin rê. Li kontrola leşkeriyê bi tevî du gundiyên din ve hatin binçavkirin û ew birin Tûgaya Leşkeriyê ya Licê. Her du gundî hatin berdan. Lê agahî ji her sê ferdên jî yên malbata Bulut nehat wergirtin. Heta îro jî windakirina her pênc ferdên malbata Bulut tê înkarkirin. Her çiqas malbatê û Komeleya Mafên Mirovan ji bo her pênc ferdên malbatê serlêdanî saziyên fermî kirin û daxwaza dîtin û parastina mafê jiyana wan kirin jî nehatin dîtin û tu lêpirsîn jî nehat destpêkirin.”    BERSIVA RÊXISTINA EFÛYÊ NEHAT DAYÎN    Ocak da zanîn ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li saziyên dewletê kir ku ji bo aqûbeta ferdên malbata Bulut bikevin tevgerê û tevî hemû bangan jî tu bersiv nehat dayîn. Ocak anî ziman ku piştî 10 salan cenazeyê Ramazan, Ekrem û Alî Bulut di gorek komî de hatin dîtin û hat tespîtkirin ku ew hatine gulebarankirin û şewitandin. Ocak destnîşan kir ku ev 30 sal in cenazeyê Mustafa û Fahrî Bulut nehatiye dîtin û her çiqas li ser daxwaza malbatê lêpirsîn hat destpêkirin jî paşê lêpirsîn hat sekinandin û di refên gemargirtî de tê rawestandin.    Ocak got ew wek Dayikên Şemiyê çend sal derbas bibe jî ew ê ji bo ferdên malbata Bulut û hemû windayan dest ji daxwaza edaletê bernedin.    Piştî daxuyaniyê Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê qerenfîlên di destê xwe de bi ser bariyeran re avêtin Qada Galatasarayê.