Ji bo Anzeleyê çareseriya hevpar 2024-06-01 11:53:17   AMED - Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê bi xwediyên avahiyên li dora Parka Anzeleyê ku derbarê wan de biryara îstîmlaqkirinê hatiye girtin, civiyan û diyar kirin ku ew ê bi xwediyên xaniyan re çareseriyekî hevpar peyda bikin.    Şaredariya Bajarê Mezin di heyama qeyûman de ji bo parastina avahiyên qeydkirî yên li Kaniya Anzelê ya dîrokî û derdora wê, derbarê amadekirina Projeya Veguherandina Bajarvaniyê û rapora Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê û Midûriyeta TOKÎ’yê de biryar girt. Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a ji kesên tayînkirî pêk tê, di 25ê cotmeha 2021’an de biryar da ku li derdora Kaniya Anzelê û li gorî Plana Pêşxistina Parastina Sûriçîyê 88 xanî bên hilweşandin û cî weke park bête veqetandin. Piştî vê biryarê xwediyên milkî buhayê ku dadgehê diyar kiribû qebûl nekirin û kêm dîtin.   ‘HEVDÎTINA BI XWEDIYÊN MAFAN RE’    Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatûn, tevî Hevşaredarên Sûrê Gulan Fatma Onkol û Adnan Orhan, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Alîkarê Sekreterê Giştî Azîz Ozdogan û endamên meclisê, bi xwediyên xwe re ku biryara "îstîmlaqkirinê" li milkê wan hat dayîn, avahiyên li derdora Parka Anzelê lêkolîn kirin.   WELATÎ ÇARESERÎ XWESTIN   Di civîna li Parka Anzelê de welatiyan diyar kirin ku piştî biryara îmhayê bi biryara dadgehê ji wan hatiye xwestin ku di berdêla 180 hezar TL de malên xwe biterikînin û di şert û mercên îro de ne pêkan e ku bi vî pereyî ti xanî bikirin. Welatiyan diyar kirin ku ew naxwazin avahiyên wan bên hilweşandin û xwestin giliyên wan bên çareserkirin.   HEVSEROK: EM Ê ÇARESERIYEKÎ HEVPAR BIBÎNIN   Hevserokan diyar kirin ku ew ji bo çareseriya pirsgirêkên welatiyan hatine taxê, wan anîn ziman ku ji bo giliyên welatiyan ji holê rabikin ew ê li cihê bûyerê lêkolînê bikin. Hevserokan diyar kirin ku ew ê li ser mijarê bi şêwirîna aliyan hewl bidin çareseriyeke hevpar bibînin.