Polîtîkaya AKP'ê ya ji bo zarokan: Zewicandina di temenê zarokatiyê de 2024-06-01 10:13:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 21 salên dawî de ji 2 milyonan zêdetir zarokên keç welidî ne. Bajarê ku herî zêde zarok lê hatine zewicandin Dîlok û Riha ne. Parêzer Hediye Gokçe Baykal got ku polîtîkayên desthilatdariyê dibin sedema zewicandina zarokan.    Her sal newekheviya zayendî zêde dibe, ev newekhevî di daneyên ku her sal tên ragihandin de jî xwe dide der. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK); hejmara jinên ciwan û keçên di bin 19 saliyê de ku ji sala 2002’an heta 2023’yan welidîne 2 milyon û 88 hezar û 925 e.   Li aliyekî ev hejmar balê dikişîne ser xwe û li aliyekî din jî xeteriya ku zarokên keçik pê re rû bi rû ne jî di rapora ku Parlamentera CHP’ê ya Stenbolê Gamze Akkuş Îlgezdî ji daneyên TÛÎK’ê di 29’ê hezîrana 2023’yan de amade kir, derket holê.    Li gorî raporê; Ji 2 milyon û 88 hezar û 925 jin û keçên ciwan ên di navbera salên 2002’yan û 2023’yan de welidîne. Ev jî salên ku AKP li ser desthilatdariyê ye. Li gorî daneyên raporê; 557 hezar û 49 zarokên temenê wan di bin 17 saliyê de bûne, 21 hezar jî ji 15 salî biçûktir in.    DI 12 MEHAN DE LI DU BAJARAN HEZAR Û 888 ZAROK HATINE ZEWIDANDIN    Temenê zewicandinê bi awayek fermî her çiqas 18 salî be jî lê li ser erêkirina malbatê 17 salî û li ser biryara dadgehê jî 16 salî dibe. Li gorî daneyan; di sala 2023’yan de 565 hezar û 335 zewac pêk hatine. Ji van zewacan 706 jê temenê wan di navbera 16-17 saliyê de ne û zarokên lawik in. 10 hezar û 471 kes jî zarokên keçik in.    Li gorî raporê, di 10 salên dawî de 441 jin û keçên temenê wan di navbera 16 û 19 salî de bi mêrên 45 salî û mezintir re hatine zewicandin. Di 10 salên dawî de hejmara jinên 45 salî û mezintir bi mêrên temenê wan di navbera 16-19 salî de re zewicîne hejmara wek 15 kes hatine tomarkirin. Bajarên ku herî zêde zarok lê tên zewicandin Dîlok û Riha ne. Par li Dîlokê 960 zarokên keç û li Rihayê jî 928 zarokên keç hatin zewicandin.   DI SALA 2023'YAN DE BI HEZARAN ZAROK WELIDÎNE    Li gorî daneyan li Tirkiyeyê ku zewaca zarokan lê qedexe ye; Di sala 2023'yan de 130 zarokên di bin 15 salî de welidîne û ji van 4 zarok cara duyemîn welidîne. Zarokên temenê wan di navbera 15-17 salî de 6 hezar û 505 zarok welidîne 535 ji wan cara duyemîn û 31 zarok jî cara sêyemîn welidîne.    Li gorî daneyan; di navbera salên 2013-2022'yan de 2 hezar û 578 zarokên di bin 15 salî de welidîne.    Hejmara zarokên di bin 15 saliyê de û yên di navbera 15-17 salî de zewicîne wiha ne:    Di sala 2013’an de di bin 15 salî de 449, di navbera 15-17 salî de 21 hezar û 967, di 2014’an de di bin 15 salî de 436, di navbera 15-17 salî de 20 hezar û 682, di bin 15 salî de 321 kes, di sala 2015’an de di navbera 15-17 salî de 18 hezar û 841, di sala 2016’an de di bin temenê 15 salî de 309, di navbera 15-17 salî de 17 hezar û 99, di sala 2017’an de 295 kesên di bin 15 salî de, di navbera 15-17 salî de 15 hezar û 282, di sala 2018’an de di bin 15 saliyê de 211, di 2019’an de jî di navbera 15-17 salî de 12 hezar û 114 kes, di navbera 15-17 salî de 10 hezar û 74, di sala 2020'an de di bin 15 salî de 121, di navbera 15-17 salî de 8 hezar û 251, di sala 2021'an de di 15 salî de 118, di navbera 15-17 salî de 7 hezar û 176, di sala 2022'yan de zarokên di bin 15 salî de welîdine 147 û 7 hezar û 42 kes di navbera temenê 15-17 salî de welidîne.   Dane derdixin holê ku zarok di bin navê “zewicandinê” de bi tecawizê re rû bi rû mane û li qadên cuda jî îstîsmarkirina zarokan balê dikişîne ser xwe.    GOTIN Û DANE NAÇIN BER HEV   Ji parêzerên Komeleya Beriya Her Tiştî Zarok û Jinan Hediye Gokçe Baykal bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariyê yên ji bo zarokan û destnîşan kir ku pirsgirêk gelek zêde xuya dikin. Baykal daxuyaniya Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînûr Ozdemîr Goktaş a li ser zewacên di temenê biçûk de bi bîr xist û wiha got: “Weke wezareta pêwendîdar wan ragihandibû ku ew ê ti carî tawîzan nedin û zewacên di temenê biçûk de gav bi gav kêm dibin. Lê dema ku em li daneyên şênber dinêrin, em dibînin ku qet ne wusa ye. Digel ku zewaca zarokan bi salan li welatê me pirsgirêkek sereke ye jî, ev rastiyek madî ye ku dayikbûna zû pir gelemperî bûye. Helbet polîtîkaya 'gelek zarok' ya serokkomar û partiya desthilatdar, paralelî kêmbûna rêjeya nifûsê ya li welatê me jî di vê yekê de bi bandor e."    'GOTINÊN SIYASETMEDARAN ZEWACÊ ASAYÎ DIKE’    Baykal anî ziman ku daxuyaniyên partiyên siyasî bandorê li nêrîna civakê ya li ser zewaca zarokan dike û got: “Daxuyaniyên desthilatdariyê û partiyên şirîkên wê yên li ser zewaca di temenê biçûk de, mîna ku tiştek asayî ne û wisa li ser civakê bandorekê çêdikin. Daxuyaniya ‘Bi salan li Anadoluyê dê û bavên me di 14, 15, 16 saliya xwe de zewicîn û maleke bextewar ava kirin’ ya Serokê Giştî yê Partiya Refahê Fatîh Erbakan her tiştî rave dike. Ev polîtîka nayên qebûlkirin.”    ÇARESERÎ DI ‘WEKHEVIYA ZAYENDIYA CIVAKÎ’ DE YE   Baykal anî ziman ku kesên şahidiya zewaca zarokan dikin, neçar in ku rewşê ji rayedarên wezîfedar re ragihînin û got: “Di serî de malbat û xizm berpirsyarin ku rîskî tespît bikin û van zewacan ragihînin. Ev berpirsiyarî hem ji bo parastina zarokan û hem jî ji bo ku ev kiryar rê nede sûcek din girîng e. Divê perwerde û dersên wekheviya zayendî, mafên jinan, mafên zarokan ji bo keç û xortên di temenê dibistanê de bê dayîn. Di afirandina civakek hişmendtir de dayîna perwerdehiya li ser van mijaran rola herî girîng e. Em dikarin vê rewşê wisa biguherînin.”    MA / Bêrîvan Kutlu