Tirkiye êrişî Til Hemîsê kir: 4 kes jiyana xwe ji dest dan 11 kes birîndar bûn 2024-06-01 09:26:29   NAVENDA NÛÇAYAN - Di encama êrişa bi SÎHA'yan a Tirkiyeyê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan 11 kes jî birîndar bûn.    Balafira biçek û bêmirov (SÎHA) Tirkiyeyê gundewarê gundên Henwa û Selmase yên girêdayî bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê bombebaran kirin. Dema ku şênî ji bo rakirina birîndaran berî dan cihê bûyerê Tirkiyeyê careke din êrişek hewayî pêk anî.   Di êrişê de jin û zarok jî di nav de 11 welatî birîndar bûn.   DAXUYANİYA QSD'Ê   Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê êrişên Tirkiyeyê yên li ser kantona Cizîrê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Dewleta Tirk a dagirker îro înê di saetên piştî nîvro û yên ber êvarî de bi balafirên bê mirov ên bi çek 8 caran êrişî nuqteyên hêzên me, mal û erebeyên sivîlan kirin. Di encama êrişan şehîd û birîndar çêbûn.   Dewleta Tirk a dagirker bi balafira bê mirov a bi çek li herêma Til Hemîsê nuqteyek hêzên me û li derdora bajarê Qamişloyê nuqteya Hêzên Erka Xweparastinê bombebaran kirin. Artêşa dagirker li Qamişlo du caran malên sivîlan û 3 caran erebeyên sivîlan bombebaran kirin. Di encamê de 11 sivîl birîndar bûn. Dewleta Tirk  bi balafireke bê mirov a bi çek erebeya ambulansê ya ku hewl dide şehîd û birîndaran rake jî kir hedef.   Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de 4 şervanên me gihaştin asta şehadetê û 11 sivîl birîndar bûn."