Qeyûm ji bo Baskên Jinan a AKP'ê 6 hezar çîkolata û kolonya kiriye 2024-06-01 09:23:01   WAN - Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a wanê, ji budçeya şaredariyê bi sedhezaran TL'yî 6 hezar kolonya û qoliyên çîqolatayan kiriye û ji bo di hilbijartinê de belav bike radestî Baskên Jinan a AKP'ê kiriye.    Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi ser ketibû, texrîbateke din a qeyûm derket holê. Rêveberiya qeyûm, beriya hilbijartinê ji bo "belavkirinê" bi 2 milyon û 120 hezar TL'yî şal, bbi 721 hezar TL'yî jî çîkolata stendiye. Hat hînkirin ku 6 hezar qolî çîkolata radestî Baskên Jinan a AKP'ê hatiye kirin.    Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji bo li "jinên xebatkar bên belavkirin 10 hezar şal" stendiye. Ji bo şalan 2 milyon û 128 hezar TL hatiye xerckirin. Aqûbeta şalan nayê zanîn, lê di 13'ê Çileya 2023 û 14'ê Sibata 2024'an de çîkolata û kolonya jî hatine stendin.    ÇÎKOLATA Û KOLONYA   Di sala 2023’yan de bi hinceta wê di serdana malbatên xizan bên belavkirin “1000 pakêt çîkolate" hatine stendin. Di 14'ê Sibata 2024'an de jî bi hinceta wê li malbataên" Şehîd û Xaziyan bên belavkirin" hezar û 200 çîkolate û hezar û 200 kolonya hatine stendin. Ji bo kirîna ewil 202 hezar TL û ji bo kirîna duyan jî 519 hezar û 985 TL hatiye xerckirin.    6 HEZAR KOLÎ RADESTÎ AKP'Ê HATINE KIRIN   Li gorî girtenameya teslîmkirinê 6 hezar kolî radestî "Komeleya Hêz û Piştevaniya Jinê ya Wanê" hatine kirin û ya ku îmzeya wê di binî girtenameyê de heye jî Seroka Yekeya Polîtîkayên Civakî ya Baskên Jinan a AKP'a Wanê Tulay Işik e.    Kolonya û çîkolatayên hatine radestkirin, ji aliyê Baskên Jinan a AKP'ê ve li hin derdoran hatine belavkirin. Wêneyên dema belavkirinê li ser medyaya sanal hatin payêkirin.    MA / Rûken Polat