Malbatên girtiyan 4 hefte ye di çalakiyê de ne: Heya encam bê girtin wê bidome 2024-06-01 09:19:57 AMED - Çalakiyên ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û zextên li ser girtiyan hatin destpêkirin, 4 hefte li dû xwe hiştin. Rêveberê MED TUHAD-FED'ê Orhan Işik anî ziman ku heya encamekê bi dest bixin wê çalakiyên wan bidomin.   Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li girtîgehan û li derve hatin destpêkirin didomin. Ji Rêberê PKK'ê Ocalan ê ku 39 meh in di bin tecrîda girankirî de tê girtin tu agahî nayên girtin. Girtiyan çalakiyên xwe yên di 27'ê Mijdara 2023'yan de bi daxwaza "Azadıya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd" dabûn destpêkirin, ji 4'ê Nîsanê û pê ve ber bi asteke din ve birin. Girtî dadgehan, hevdîtina bi malbatê û hevdîtina bi rêya telefonê boykot dikin.    Paralelî çalakiyên li girtîgehan, malbatên girtiyan jî li 6 bajaran Nobeda Edaletê dan destpêkirin. Çalakiyên ku di 6'ê Gulanê de li ber girtîgehan bi daxwaza "Bibe dengê azadiyê" û li ber Wezareta Dadê "Edaletê pêk bîne, hiqûqê bi cih bîne" û li ber avahiyên AKP'ê yên bajêr bi daxwaza "Dawî li tecrîdê bîne" hatin destpêkirin jî didomin. Çalakiyên li derve 4 hefte li dûr xwe hiştin û çalakger diyar dikin ku heya encamekê bi dest bixin wê çalakiyên wan bidomin.    Rêveberê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MED TUHAD-FED) Orhan Işik der barê çalakiyan de axivî.    ‘TECRÎD NÊZÎKATIYA LI HEMBERÎ MESELEYA KURD E'   Işik da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê demeke dirêj e di rojeva kurdan û dostên wan de ye û got ku tecrîda li Îmraliyê ne derî polîtîkayên şer e. Işik bal kişand ser pêvajoya "diyalogê" û got: “Ev pêkanîn ne derî şerê 50 salî yê li Tirkiye û Kurdistanê ye. Tecrîd encam û kurteya nêzîkatiya desthilata AKP-MHP’ê ya li hemberî meseleya kurd û Abdullah Ocalan e."   ‘DIVÊ EM TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'   Işik bal kişand ser hêla civakî ya tecrîdê û got: “Ne rast e ku mirov vê meseleyê tenê di şexsê kurdan de binirxîne. Ev pêkanînên nedemokratîk bingeha hemû pirsgirêkên wekî pirsgirêkên aborî yên heyî û rewşa enflasyonê ne. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê hemû dînamîkên civakî karibin bertekên xwe yên demokratîk bi awayekî herî rewa bînin ziman. Divê em tecrîdê bişkînin. Desthilata AKP-MHP’ê bi tecrîdê bersivê dide gavên ji bo çareseriya demokratîk a meseleya kurd tên avêtin. Ev demek dirêj e hemû pêkhateyên demokratîk û şoreşger li dijî tecrîdê çalakiyan li dar dixin. Ev çalakî di serî de wekî grevên birçîbûnê yên demkî li girtîgehan berdewam kirin û piştre jî wekî boykotkirina dadgehan, redkirina hevdîtina bi malbatê û hevdîtina bi rêya telefonê berdewam kirin."   Işik çalakiya Nobeda Edaletê ya li derve bi pêşengiya malbatên girtiyan hat destpêkirin bibîr xist û wiha got: “Piştre çalakiyên ‘Bibe dengê azadiyê' hatin destpêkirin. Roja duşemê malbat bi pêşengiya rêxistinên girseyî yên demokratîk li ber girtîgehê çalakiyan li dar dixin. Roja çarşemê jî ji ber tecrîdê û pêkanînên antîdemokratîk li ber girtîgehan û Wezareta Dadê çalakî tên lidarxistin."   ‘ÇALAKÎ WÊ BIDOMIN’   Işik da zanîn ku dê çalakî berdewam bikin û wiha domand: “Di van du hefteyên dawî de beşdarbûna çalakgeran gelekî zêde bûye. Bertekroj bi roj mezin dibin. Ev bertek her diçe dînamîkên tevahiya civakê digire nava xwe. Rê û rêbaza herî bi bandor a li dijî hemû pêkanînên dijdemokratîk ên pergala heyî yên li ser civakê, nîşandana reflekseke civakî ye. Heta ku em encam negirin û heta ev tecrîda li hemû girtîgehan bi taybet li Îmraliyê bi dawî bibe, wê çalakiyên me li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê bidomin."